Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn 2022-01-04 16:58:29   STENBOL -  Têkildarî dosyaya îşkenceya sîstematîk û destavêtina Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest dabû, biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzer wê îtîrazî biryarê bikin.    Parêzerên malbata Gezer têkildarî geşedanên lêpirsîna îşkence û tecawizê ya Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê jiyana xwe ji dest dayî û dosyaya lêpirsînê ku didome li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Parêzeren Gezer Eren Keskîn, Jiyan Tosûn, Berîtan Kalbîşen û Veysî Eskî beşdarî civînê bûn.    BIRYARA NEŞOPANDINA DOSYAYÊ HAT DAYÎN   Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku di dosyaya îşkence û destavêtinê ya sîstematîk a Garîbe Gezer de biryara ‘neşopandinê’ hatiye dayin û wiha got: “Dozgerê ku di vê dozê de biryar da hem ji teknîka hiqûqî, hem ji wijdanê para xwe negirtiye. Di vê dosyayê de gelek delîl hene. Li vir wergera axaftina bi kurdî ya Garîbe ya bi birayê xwe re ye. Garibeyê aciziya xwe ji keke xwe re gotiye. Lê belê gotinên Garibeyê nayên nirxandin, tên paşguhkirin. Di dîmenên kamerayê yên ji me hatin veşartin de nehat gotin ku Garîbe li erdê hatiye kaşkirin.”    DÊ ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ BIKIN   Parêzera Garîbe Jiyan Tosun jî diyar kir ku wan ji dozger xwestine ku biçe hucreya bi sunger lêkolîn bike lê dozger li şûna vê yekê biryara neşopandinê derbarê dosyayê de dayê û wiha got: "Lê em ê vê hefteyê îtîrazê bikin."   Parêzer Berîtan Kalbîşen jî bi lê kir ku ew çûye Girtîgeha Kandirayê, xwe gihandine agahiyên di dosyayê de û wiha axivî: "Me qeydên kamerayê xwestin. Gotin hemû di dosyayê de hene lê dema min lê nêrî tenê qeyda deng û rapora mirovê pispor hebû. Min got qeydên kamerayê tune ne lê destûr nedan ku ez bikevim odeya dozger û diyar bû ku hin tişt vedişartin. CD ya ku dibêjin şikestiye jî tu girtek derbarê wê de nehatine girtin û tenê dîmenê ku 2 deqe berdewam dike heye."   DOZGER MUAMELEYA XERAB LI DENÎZ TEPELÎ DIKE   Parêzer Veysî Eskî jî da zanîn ku piştî mirina Garîbe di 9'ê Kanûnê de dosyaya tacîz û êrîşa zayendî dest pê kir û wiha got: "Dozger îfadeya şahid Denîz Tepelî digire. Denîz Tepelî dixwaze li ser sûcê kuştin û êrîşa zayendî îfade bide. Dozger muameleya xerab li Denîz Tepelî dike. Nahêlê ku Denîz jî pirsan bike. Denîz dibêje di van şert û mercan de ew nikare îfade bide. Paşê dozger bêyî ku bi Deniz re bişêwire, derbarê dosyayê de biryara neşopandinê dide. Denîz Tepelî ji bo îfadedayînê 5 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em ê îtîraz bikin, lê di Girtîgeha Kandirayê de girtiyên ku di rewşa Garibe de ne zêde ne. Girtiyên wekî Seher Orçu, Husna Kiliç bi tena serê xwe di hucreyê de dimînin.”