Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya 2022-01-05 09:01:08 AMED – Dayik û bavê girtiyê nexweş Kenan Yurek xwestin ku herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piyan û piştgiriya nobetên edaletê yên ji bo girtiyên nexweş hatine destpêkirin bikin. Li girtîgehên Tirkiyeyê, binpêkirina mafên girtiyan roj bi roj zêde dibin. Mafên wan ên sereke hatine astengkirin û li dijî wan tecrîdeke giran tên meşandin. Girtiyên ku herî zêde ji vê politikaya tecrîdê bi bandor dibin jî girtiyên nexweş in. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar 605 girtiyên nexweş hene. Ji ber şert û mercên girtîgehan û îşkenceya ku li wan tê kirin di dawiya sala 2021’an de yek jê edlî 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da.     DI LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DE YE   Rexmî ku Nexweşxane raporên “nikare li girtîgehê bimîne” dide girtiyên nexweşî Saziya Tipa Edlî (ATK) van raporan berovajî dike û werdiguherîne raporên “dikare li girtîgehê bimîne” . Ji ber vê helwesta wê ya neyînî berdana girtiyên nexweş tê astgengkirin û rewşa wan girantir dibe. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên ku bi vê rewşê re rû bi rû ne hene. Yek ji van girtiyan jî girtî Kenan Yurek e. Yurek, li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kandirayê girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweşên giran a ÎHD’ê de ye.    DEMA ‘VEGERÊ’ TÊ GIRTIN   Yurek li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye û hê di zarokatiya wî de gelek zext û zordarî li malbata wî tên kirin. Ji ber vê zilm û zordariya li dijî malbata xwe Yurek di sala 1992’an de berê xwe dide nav refên PKK’ê. Piştî ku 7 salan li nav refên PKK’ê dimîne, di sala 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan a ji bo vekişandina hêzên PKK’ê ya ji Tirkiyeyê hewl dide vegere başûrê Kurdistanê. Lê dema hewl dide vegere li Bûrsayê tê girtin. Darizandina Yurek li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê tê kirin û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “hilweşandina yekitî û yekparebûna dewletê” 36 cezayê muebbeta giran lê tê birîn. Yurek 24 sal in girtî ye û ji ber şertên girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûne.    Dayik û bavê Yurek Nezahet Yurek û Ayetûllah Yurek, derbarê rewşa kurê xwe de axivîn.    LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ DIKEVE   Bavê Yurek Ayetullah Yurek, diyar kir ku destpêkê kurê wî kirine Girtîgeha Sêrtê û nexweşiyên wî li vir dest pê kirine û wiha got: “Movikên wî diheliyan. Ji bo dermankirinê wî anîn Girtigeha Tîpa D a Amedê. Hê dermankirina wî neqediyabû ew sirgûnî Girtîgeha Qestemonûyê kirin. Piştre jî wî sirgûnî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Kandirayê kirin. 11 sal in li vê girtîgeheyê ye. Sala 2018’an de qeyrana dil derbas kir. Ji ber nexweşiyên xwe serî li ATK’ê da lê ATK’ê serlêdana wî qebûl nekir.”   HEVDÎTINA BI HIKÛMETA DEMÊ RE   Yurek, da zanîn ku di navbera salên 2008 û 2009’an de Hevserokatiya TUHAY-DER’a Amedê kiriye û wê demê li ser rewşa girtiyên nexweş bi hikûmetê re hevdîtin kirine û ev agahî dan: “Me li Enqerê hevdîtin pêk anî û ji bo girtiyên nexweş bên berdan me û hikûmetê li hev kir. Li gorî lihevkirina me diviya ku di serî de 40 girtiyên nexweş hatibûna berdan. Hikumetê ji bo lihevkirinê şertê ku dema berdana wan em tu daxuyanî nedin û pîrozkirinan nekin. Di nav 3 mehan de diviya ku girtî bihatina berdan lê mixabin dem derbas bû berdana girtiyan pêk nehat. Ji aliye Erdogan pêşiya berdana girtiyên nexweş hat girtin.”    ‘DIVÊ HERKES JI BO GIRTIYAN RABE SER PIYA’   Di berdewamê de Yurek, destnîşan kir ku dewlet li dijî girtiyên nexweş dijminatiyê dike û derbarê çalakiya ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye şewitandin li baroyên Amed û Wanê dane destpêkirin de jî ev tişt gotin: “Her çiqas dereng hatibe destpêkirin jî çalakiyeke baş e û malbatan silav dikim. Piştgiriya malbatan dikim. Divê ne tenê malbatên girtî hemû malbat piştgiriya vê çalakiyê bikin. Divê em tev bi hevre ji bo girtiyên nexweş rabin ser piya û divê di demeke kurt bên berdan.”   ROJÊ 11 HEB DIXWE   Piştî bavê wî dayika Yurek Nezahat Yurek jî derbarê rewşa kurê xwe de axivî. Dayik Yurek, bi lêv kir ku êşa kurê xwe kişandiye û wiha got: “Kenan ji ber zilma devletê çû serê çiya û 7 sal li serê çiya ma. Pişt re hat girtin. Ev 24 sal in girtî ye. Di nav van salan de nexweşî lê peyda bûn. Di serî de ji gûhê xwe aciz bû. Pişt re nexweşiya wî helandina movikê ku dest pê kir. Ji bo nexweşiya xwe ya bayê rojê 11 heb dixwe.  Qeyrana dil jî derbas kir. Dîsa nexweşiyên wî yên KOAH û bêhnçikandinê hene.”   ‘ÊDÎ BES E JI ZILMA DEWLETÊ RE’   Dayika Nezahat ku ji bilî kurê wê girtiyê nexweş Kenan kurekî wê yên din ê bi navê Ertan jî girtî ye, got ku heke wijdanê dewleta tirk hebûna wê zarokên wan ji wan dûrnexistina û ev tişt anîn ziman: “Divê girtiyan bişîne bajarên ku malbatên wan lê ne. Daxwaza mine w e ku zarokên me û hemû girtiyên nexweş bên berdan û ji aliyê malbatên xwe ve bên dermankirin.  Dixwazim êdî li mala xwe şorbekî çêbikim û bi destê xwe bidimê devê kurê xwe. Êdî bes e ji vê zilma dewletê re. Kîjan dema gelê kurd doza mafê xwe dike me dişewitînin. Weke dayikên kurd ên aştiyê em azadî û aştiyê dixwazin. Divê hemû malbatên girtiyên nexweş û malbatên din piştgirî bidin malbatên nobeta edaletê digirin.”   MA / Mehmet Guleş