‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne' 2022-01-05 09:08:47 ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê didome. Ercan Tîkan, birayê girtî Îbrahîm Tîkan, destnîşan kir ku girtî di tecrîda li ser tecrîdê de ne. Li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê ya JImare 2 a Tîpa F'yê de, greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a girtiyan ku di 28'ê Mijdarê de li hemberî zext û zoriyan dabûn destpêkirin 39 roj in didome. Di 27'ê Kanûnê de 3 girtiyên din jî tevli çalakiyê bûn û bi vî awayî hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de heya niha 11 ye.    Ercan Tîkan, birayê girtî Îbrahîm Tîkan ê ku tev, Sînan Dûrmaz, Onûr Yilmaz, ABdûllah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan, Kenan Yildizbakan, Mahîr Çakir, Şaban Sidal di grevabirçîbûnê de ye, anî ziman ku li girtîgehê binpêkirina mafan heye.    ‘EM Ê DEV JI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERNEDIN'   Tîkan, da zanîn ku birayê wî Îbrahîm Tîkan di 27'ê Kanûna 2021'm de telefonî wî kiriye û gotiye: "Tenduristiya min her diçe xirabtir dibe. Nêzî 3 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de me. Rêvebiriya girtîgehê rojê du caran davêje ser hucreyê. Rêvebiriya girtîgehê ji bo muzakereyê gazî me kir. Lê belê tenê got çalakiyê biqedînin. Gotin dê daxwazên me neyne cî. Me jî ev yek qebûl nekir. Di pêş de dê heviline nû jî tevli çalakiyê bibin. Heya daxwazên em bênq ebûlkirin dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bidome."    KAMERA HAT BICIHKIRIN   Bira Ercan Tûkan jî diyar kir ku Alî Haydar Akê ku 4 meh berê wekî midûr tayinî Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2 a Tîpa F'Yê hatiye kirin binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêdetir kirine û got: "Midûrê nû yê hatiey tayinkirin Alî Haydar Ak, bi taybetî tahdê li girtiyên siyasî dike û bêhiqûqîtî û tecrîdê pêk tîne. Girtiyên siyasî ji bloka A'yê girtiye û wan xistiye hucreyên yekkkesî. Kamera xistine tuwalet, banyo û odeyên wan. Ser hewadariyê bi têlan girtiye. Dest daniye ser pirtûkên girtiyan."    ‘BERPIRS WEZÎR E'   Tîkan, anî ziman ku girtî ne bêxwedî ne û ger tiştek bê serê wan berpris rêvebiriya girtîgehê û Wezareta Dadê ye. Tîkan got: "Girtî heya daxwazênw an pêk neyên dê çalakiya xwe bi dawî nekin. rêvebiriya girtîgehê bi awayekî kêfî tevdigere. Em malbatên girtiyan van pêkanînan qebûl nakin. Gelo haya Wezîrê Dadê ji van pêkanînên Alî Haydar Ak heye?"   ‘EM NAXWAZIN DARBEST DERKEVIN'   Tîkan ji bo greva birçîbûnê ya girtiyan bang kir û got: "Ehlaqekî şer jî heye. Lê li girtîgehê pêkanînine ku mirov qebûl nake hene. Divê her kes li be rvan pêkanînan rabe. Li girtîgehê girtî di tecrîda li se rtecrîdê de ne. Êdî em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Bila ev zilm bi dawî bibe."    MA / Hakan Yalçin