Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket 2022-01-05 09:08:48 AMED - Derket holê ku kesê di operasyona Fermandariya Cendirmeyan a Licê de 253 kîlo tiryak li mala wî hatiye dîtin endamê îstixbaratê ye. Kesên ku ekîbên cendirmeyan ên bajêr û navçeyê xistin qirika hev, bi biryara dadgehê hatin berdan.  Di operasyoneke tiryakê ya li navçeya Licê ya Amedê hat kirin de, hin agahiyên ecêb bi dest ketin. Li gor agahiyên bi dest ketin, ekîbên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Licê, di 18'ê Mijdara 2021'ê de li mezrika Xerengozê avêtin ser malekê.    253 KÎLO TIRYAK   Di vêtina ser vê mala li mezrika Xerengozê ya li pişt Qereqola Dûrûyê de, 253 kîlo tiryaka ji bo firotinê hazikirî hat zevtkirin. Xwediyê malê M.K. û yê li cem wî M.G. hatin binçavkirin.    ÎXTICBARATVAN E   Piştî xwediyê malê M.K. hat binçavkirin, vê carê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr tevgeriya. Eskerekî payebilind ê li Cendirmeya Bajêr ket dewrê û xwest M.K.'yê hatiye binçavkirin bê berdan. Ev eskerê payebilind ragihandiye ku M.K. îstixbaratvanê operasyona Nîsana 2021'ê ye ku li bejahiya Licê hatibû kirin û hatibû ragihandin ku tê de HPG'î Abdulsittar Ozer ê bi bernavê "Dara" jiyana xwe ji dest daye.    Piştî vê operasyonê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parve kiribû ku di vê operasyonê de 2 HPG'î jiyana xwe ji dest dane, lê paşê bi hin wêneyên lis er hesabên medyaya sanal hatibûn parvekirin derketibû holê ku Ozer bi saxî hatiye zevtkirin û paşê hatiye girtin.    XWEDÎ LÊ DERKET   Fermandarê li Cendirmeya Bajêr peywirdar, ji bo M.K. gotiye "Wî Dara da min, ez nahêlim kes dets bide wî." Piştî vê fermandariya bajêr û navçeyê ketine qirika hev. Piştî alozî mezin bûye, vê carê rayedarên payebilind ên eskerî ketine dewrê.    HER DU JÎ HATIN BERDAN   Piştî hevdîtinan M.K.'yê ku derket holê elemanê îstixbaratê ye û M.G.'yê pê re hatiye zevtkirin piştî lêpirsînê sewqî Edliyeya Licê hatine kirin û li vira piştî îfadeya dozgeriyê hatine berdan.    Berdana M.K. û M.G., bûn cihê angaştên ku li edliyeyê bazariyek gendeliyê çêbûye. Li gor van îdiayan her du kes bi beranberiya 400 hezar TL hatineberdan û yê navbeynkariya vê bazarê kiriye jî parêzerek e.    Ev yek jî nîşan dide ku li hêlekê propagandaya têkoşîna li dijî tiryakê tê kirin, lê hêla din jî destûra elemanên îstixbaratê tê dayin ku tiryakê deynin û bifiroşin.