Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin 2022-01-05 10:37:42   BEDLÎS - Li Bedlîs û navçeyên wê 308 herêm ji bo salekê weke "Herêma ewlehiya taybet a demkî" hatin îlankirin.     Li bakurê Kurdistanê piştî Dersim, Şirnex û Colemêrgê li Bedlîsê jî gelek herêm di bin navê "ewlehiyê" de hatin qedexekirin. Walîtiya Bedlîsê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku li navenda Bedlîsê û navçeyên wê Tetwan, Motkî û Xîzanê 308 herêm weke "Herêma ewlehiya taybet a demkî" hatine îlankirin. Walîtiyê, da zanîn ku vê biryarê bi biryara Serokkomar girtine û dê herêm ji 1'ê çileyê heta 31'ê kanûnê qedexe bin.   Her wiha hat diyarkirin ku operasyona leşkerî ya beriya biryarê li bajar dest pê kiriye jî berdewam dike.