38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene 2022-01-05 12:31:45   ENQERE - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin di dosyaya ku ji partî û saziyên ku serdana wan kirin ragihandin de, rewşa girtiyên ku bi lêz divê werin berdan vegotin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan ku ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Çûkûrova û Stenbolê hatine piştî duh tevlî piştî ku duh tevlî civîna koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Partiya Pêşerojê kirin. Îro jî xizmên girtiyan wê serdana Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokrasî û Geşepêdan (DEVA), Partiya Çep, Partiya Saadetê (SP), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) bikin.    WÊ DOSYAYAN PÊŞKEŞÎ SAZIYAN BIKIN   Xizmên girtiyan dosyaya ku agahî û daxwazên derbarê girtiyên nexweş de hene pêşkêşî partiyên siyasî û saziyên ku serdana wan dikin, dikin. Dosyeya ku ji 11 rûpelan pêk tê û li ser navê "Malbatên Nobeda Edaletê" hate weşandin, bi sernavê “Mafê xwegihandina girtiyên nexweş û tenduristiya li Girtîgehên Tirkiyeyê” ye. Di çarçoveya dosyeya ji 4 rûpelan de, ku ji 6 mijarên sereke yên weke “Rêgez û Rêziknameyên Bingehîn ên mafê xwegihandina tenduristiyê”, “Li Girtîgehên Tirkiyeyê Pirsgirêkên Hîjyenê yên Bingehîn”, “Pirsgirêkên Resen ên Girtiyên Nexweş Dijîn”, “Girtiyên nexweş”, “Girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane” û “Encam û Pêşniyar" pêk tê, der barê 38 girtiyên nexweş ên bi lezgînî pêwîstî bi berdanê hene de, agahî hatin dayîn.    ÎNFAZA NAYÊ TALOQKIRIN SEDEMÊ MIRINÊ YE   Di serenavê “Pirsgirêkên Resen ên Girtiyên Nexweş Dijîn” prensîbên CPT ên li ser tedawiya di çarçoveya vîrûsa koronayê de hatin nirxandin. Dosyeya li ser pirsgirêkên ku girtî li nexweşxane û revîran dikişînin, kêmbûna doktoran a li nexweşxaneyan raxist pêş çavan. Di dosyayê de hat gotin, tevî ku mecbûrî ye kesek di emeliyatên girtiyên nexweşên giran de li cem wan bimîne jî, daxwazên wan nehatine bicihanîn û ev yek jî jiyana nexweş dixe nava rîskê. Her wiha hat diyarkirin ku nexweşên ku ji ber nexweşiyê nikarin bi tena serê xwe bijîn û redkirina serlêdanên taloqkirina înfazê, girtî anîne sînorê mirinê.    GIRTIYÊN NEXWEŞÊN GIRAN    Di bin sernavê "Girtiyên nexweş" de bal hat kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên giran û hat diyarkirin ku li girtîgehan herî kêm hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Di dosyayê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, Parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an de li Kocaeliyê tê girtin, Siddik Guler ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin û 26 sal in di girtîgehê de ye, Civan Boltan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye, Abdulselam Guler ê 29 sal in girtiye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dimîne,  Selami Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî ye, Abdulsamet Durak ê li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmara 2’yan a Turkoglûya Mereşê girtî ye, Abdullah Ongûlû yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonê girtî ye, Aysûn Şahîn a li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî ye, Huseyîn Sari yê li Girtîgeha Tîpa T a Akhisarê girtî ye, Sureyya Bulut a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye, Menderes Leyla yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekirdagê girtî ye, Cemîl Erdem ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê girtî ye, Adnan Oztel ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê girtî ye û Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.   GIRTIYÊN KU JIYANA XWE JI DEST DAN   Di sernavê “Girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane” de jî hat gotin ku piştî mirina Garîbe Gezer, Abdurrezak Sûyûr, Halîl Guneş, Îlyas Demîr û Vedat Erkmen ên di demên dawî de li girtîgehên cuda jiyana xwe ji dest dane, lêpirsînên bi bandor nehatine kirin. Di vî serenavî de Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, PMME û Protokola Mînnesota hat bibîrxistin.    GIRTIYÊN KU DIVÊ BI LEZ WERIN BERDAN   Her wiha di dosyayê de derbarê 38 girtiyên ku pêwistiya wan bi berdana lezgîn heye de jî agahî hat dayîn. Girtiyên ku daxwaza berdana wan a bilezgîn hate kirin wiha ne: “Semîre Dîrekçî, Mehmet Emîn Ozkan, Siddik Guler, Aydin Çûbûkçû, Ahmet Kolakan, Ramazan Sarikaya, Ciwan Boltan, Emîn Guler, Îbrahîm Alkan, Lutfî Akay, Denîz Yildirim, Erdal Ozer, Şîvekar Ataş, Erol Zavar, Emîn Aladağ, Adnan Oztel, Mahmût Badûr, Mûhlîse Karaguzel, Tûrgay Denîz, Halît Yildiztekîn, Yaşar Erîş, Eser Morsumbul, Adnan Yalçin, Ergîn Aktaş, Ridvan Yûsûfoglû, Ramazan Dûrmaz, Hayatî Kaytan, Aydin Degîrmencî, Fatma Ozbay, Mahfûz Dorûdemîr, Ziya Ataman, Ramazan Ozyiğit, Rojbîn Çetîn, Abdûlhalîm Kirtay, Menderes Leyla, Alî Osman Kose, Devrim Ayik.”    Malbatan di beşa “Encam û Pêşniyaran” de jî daxwazên xwe rêz kirin.    MA / Zemo Aggoz