Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin 2022-01-05 13:15:54   MERSÎN - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, ji ber pêkanînên lêgerîna "nava dev'" û "mieyne bikelepçe" ku 7 meh in li girtîgehê di meriyetê de ne girtî nikarin biçin nexweşxaneyê.    Harûn Kaya ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edenê girtî ye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi malbata xwe re parve kir. Kaya, diyar kir ku ji ber  pêkanînên lêgerîna "nava dev'" û "mieyne bikelepçe" ku 7 meh in li girtîgehê di meriyetê de ne nikarin tedawî bibin û ev tişt got: "Hevalên min ên nexweş hene. Ji ber greva birçîbûnê di mîdeya wan de xear pêk hatine û tedawî nebûne. Min sewqî endeskopiyê kirin. Lê ji ber ku min pêkanîna lêgerîna "nava dev'" qebûl nekir min careke din birin girtîgehê. Em ê vê rewşê qebûl nekin. Dev ji pêkanînên ku rûmeta mirovan dişikînin berdin."