Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan 2022-01-05 13:50:22   STENBOL - Nûnerên rêxistinên pîşeyî, bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Ferhat Çelîk dan û xwestin ku Çelîk bê berdan.    Midurê Karên Nivîsand ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, duh di saetên êvarê de li navçeya Şîşliyê ji aliyê poolisan ve ji mala xwe hat binçavkirin. Polisan agahiya ku ji ber parvekirinên li ser hesabê Youtubeyê derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û divê ku îfadeyê wî bê girtin dane Çelîk û wî bi xwe re birina Qereqola Ferîkoy. Lê piştre bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" derbarê Çelîk de biryara rojek binçavkirinê tê dayîn. Tê payîn ku Çelîk îro derkeve edliyeyê. Nûnerên rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirina Çelîk dan.    'DAXWAZA ME BIDAWÎBÛNA ZEXTAN E'   Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, diyar kir ku roja ku rapora xwe ya zextên li ser rojnamegeran parve kirine Çelîk hatiye binçavkirin û wiha got: "Rojnamegeran sala 2021'an bi zextan derbas kir. Hêviya me ew bû ku di sala 2022'^yan de şertên rojnamegeran baş bin û zext bi dawî bibin. Mê fêm nekir ku çima binçavkirineke wiha kirine. Lewre ev pirsgirêkeke micid e. Nasname, cih, warê rojnamegeran diyar e û tê zanîn ku çi karî dikin. Bi hêsanî dikaribûn gazî wî bikin û îfadeyî wî bigirin. Lê binçavkirin. Em vê qebûl nakin. Divê bê berdan."   'DIVÊ WIHA NEYÊN BINÇAVKIRIN'   Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş jî bertek nîşanî binçavkirina Çelîk da û diyar kir ku binçavkirina rojnamegeran û hiştina wan di bin çavan de ne rast e û wiha got: "Mirov timik dikare xwe bigihîne rojnamegeran. Dema gazî wan bê kirin dikarin bersiv bidin angaştan. Ez binçavkirina Ferhat şermezar dikim."