Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin 2022-01-05 16:15:29   STENBOL - Rojnameger Ferhat Çelîk ku duh hatibû binçavkirin û îro hat berdan, bi hinceta ku derbarê wî de lêpirsîneke din heye careke din hat binçavkirin.    Midurê Karê Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê de duh li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê ji aliyê polisan ve hatibû binçavkirin û sûcdariya "propagandaya rêxistinê" lê hatibû kirin, di nav rojê de sewî Edliyeya Çaglayanê hat kirin. Çelîk, li vir bi SEGBÎS'ê îfade da dozgeriyê û nûçeyên ku di navbera mehên tebax û îlonê de hatine weşandin hê hatin pirsîn.    OCALAN PIRSÎN   Nûçeyên ku derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, avêtina welatiyan a ji helîkopterê û JÎTEM'ê de hatine weşandin ji Çelîk hatin pirsîn. Çelîk, sûcdariyên ku di ser van nûçeyan de lê hatin kirin red kir û diyar kir ku di nûçeyên wan de hêmayên sûc tune ne, bi armanca agahdarkirina civakê nûçe amade kirine û daxwaza berdana xwe kir.    HAT BERDAN   Dozgeriyê piştî ku îfadeyê wî girt Çelîk bi daxwaza qedexeya derketina derveyî welat sewqî Dsdgeriya Ceza ya Silhê kir. Dadgeriyê, daxwaza dozgeriyê ya ji bo qedexeya derketina derveyî welat qebûl kir û Çelîk berda.    DÎSA BINÇAV KIRIN   Piştî berdana xwe bi hinceta ku derbarê wî de lêpirsîneke din hatiye destpêkirin polisan careke din Çelîk binçav kir û wî birin Miduriyeta Emniyetê ya Şîşliyê.