Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû 2022-01-05 16:59:21   AMED - Malbateke din tevlî çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan daye destpêkirin û di roja 51’emîn de didome bû.    Hin malbatên girtiyan ji bo derbarê girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin de gav werin avêtin duh çûn Enqereyê û serdanên xwe yên bi partî û saziyên sivîl re didomînin. Çalakiya ku malbatan li Baroya Amedê dane destpêkirin jî di roja 51’a de didome. Malbata Mûrat Dûran ê 25 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan de dimîne ku li Amedê dijî, tevlî çalakiya nobetê bû.   JINAN PIŞTGIRÎ DA   Serdanên çalakiya nobetê jî didomin. Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) îro serdana malbatan kir. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê ku pêkhateya DAKAP’ê ye Adalet Kaya diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştiye asta mafê jiyanê û wiha got: “Dayik têkildarî girtiyên nexweş di bingeke saxlem de têkoşîna maf didin. Em jî li cem malbata ne.”   PEYMANÊN NAVNETEWΠ   Kaya, dazanîn ku faîlên taciz û tecawizê negirtî tên darizandin û wiha berdewam kir: “Bi hêceta pandemiyê binpêkirinên mafan zêde dibin. Tirkiye li gorî peymanên navnetewî sûc dike.Em weke saziyên jinan ji bo ku peyman werin bi cih em bibin cihên pêwîst.”   ‘JI BO KU KURD IN HATIN GIRTIN’   Hevjîna girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin, Hasîne Guler jî qala tiştên ku girtiyên nexweş dijîn kir. Guler, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û bi lêv kir ku ji ber zarok û hevjînê wê kurd in hatine girtin.