Apê Ûsiv ku Ocalan nas dike: Êdî divê azad be 2022-01-06 11:26:22   RIHA - Yek ji remzên berxwedanê yên Rihayê Yûsûf Berk ê 81 salî ku beriya 53 salan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas dike, bandora xwe ya ji Ocalan vegot û got ku divê êdî Ocalan azad be.   Yûsûf Berk (Apê Ûsiv) ê 81 salî ku li taxa Kirêç a navenda Rihayê dijî, rexmî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî tevlî çalakî û şahiyên HDP'ê dibe, govenda digerîne û moral dide beşdaran. Berk ku bi şelwar û pûşiya li serê xwe tevlî çalakiyan dibe, destpêkê tevlî çalakiyên Partiya Kedê ya Gel (HEP) bûye. Bi salan e bi enerjiya xwe ya kêm nabe bûye yek ji remzên berxwedana kurdan a li Rihayê. Berk, qala danasîna xwe ya bi têkoşîna gelê kurd re kir û destnîşan kir ku di sala 1969'an de dema ku bi mêvandarî çûye Stenbolê cem siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar têkoşîna gelê kurd nas kiriye.    Berk, da zanîn ku heta çûna xwe ya Stenbolê jî nizanibûye ku kurd e û wiha got: "Di sala 1969'an de di meha mijdarê de li ser vexwendina komeke xwendekarên zanîngehê li navçeya Beyoglû tevlî "Şeva Rojhilat" bûm. Wê şevê kesên ku min wan nas kir, min bi rasteqîniya kurdbûna min dan nasandin. Di şevê de Eyşê Şan kilam digotin. Ew şev şeveke gelek bi çoş bû. Xwendekarên rihayê serê govendê dikişandin. Ez û Ferîdûn Yazar li kêleka hev rûniştîbûn. Dema ku koma xwendekarên Enqerê ketin hundir coş derket asta herî jor."   DI ŞEVA ROJHILAT DE NAS DIKE   Berk, diyar kir ku di nav koma Enqerê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebûye, bi axaftinên ku Ocalan kiriye re bûye "evîndarê" têkoşîna gelê kurd û bi van gotinan qala wan kêliyan kir: "Hemû kesên li eywanê ji bo axaftina Ocalan li piya çepikan dan. Tiştên wî digot min cara yekemîn li wir dibihîst. Gelek bandor li min kir. Ji min re digot ez kê me. Axaftina wî timik bi çepikan dihat birîn. Ji bo xwedîderketina li kurdî hişyariyan kir, got ku kesên nizanin divê hîn bikin û balê dikişand ser girîngiya ziman. Gelek tişt gotin lê ji ber temenê min tev nayên bîra min."   'MIN WÊ ROJÊ GOT SEROK'   Di berdewamê de Berk, bi lêv kir ku piştî "Şeva Rojhilat" bi demeke kurt li maleke ku lê bûye mêvan bi Ocalan re rast hev hatine û ev tişt got: "Li wir bi min re mijûl bû, bersiv da pirsên min û min qanih kir. Ew roj li wê malê min jê re got, 'Serok'. Wê rojê jî îro jî serokê min e. Ez ji wî gelek hez dikim. Ji wê rojê ve min careke din wî nedît. 23 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û ne pêkan e em vê qebûl bikin. Ne tenê bi dawîbûna tecrîdê em dixwazin êdî azad be û di nav me de be."   DÎLANA DESTPÊKÊ JI BO MUHSÎN MELÎK   Piştî çûna xwe Stenbolê bi demeke kurt Berk bi hinceta cînayeteke berê kiriye tê girtin û piştî 21 salan tê berdan. Berk, da zanîn ku piştî berdana xwe li Rihayê bi cih bûye û di hilbijartinên sala 1991'an de ji bo namzetê rêza yekemîn ê tifaqa SHP-HEP'ê yê Rihayê Muhsîn Melîk cara yekemîn dîlan digerîne. Berk dibêje ku tevlî xebatên hemû partiyên ku piştî girtina HEP'ê hatine vekirin bûye û rexmî hemû astengiyan jî gel her tiştî daye ber çavê xwe û di salên 1990'î derketiye qadan. Di sala 2000'an de Berk li Rihayê rêveberiya Patiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) kiriye û dibêje ku di hilbijartinên sala 2007'an de ji siyaseta namzetê Partiya Civaka Demokratîk Îbrahîm Ayhan ku ji mamostetiyê îstifa kiriye û bûye namzet gelek bi bandor bûye    KOBANÊ, CIZÎRÊ, ENQERE...   Berg, destnîşan kir ku rexmî temenê wî yê mezin û nexweşiyên wî jî ji HEP'ê heta HDP'ê baweriya wî kêm nebûye. Tevlî çalakî û bernameyên derveyî Rihayê jî bûye. Dema êrişên DAIŞ'ên yên sala 2014'an ên li ser Kobanê bi rojan li Pirsûsê nobet girtiye. Berk dibêje bi azadiya Kobanê re ji ser sînor veqetiyaye. Di sala 2015'an de Berk çûye Cizîrê jî lê wî negirtine bajar û ji bo wan rojan ev tişt anîn ziman: "Li jêrzemînan mirov hatin şewitandin û kuştin. Em li têketine bajar hatine rawestandin, bi gaza îsotê êrişî me kirin. Em 4 rojan man lê em neketinê. Ji bo aştiyê çûye Enqerê jî û hindik maye ku di Komkujiya Gara Enqerê de şehîd bibe.   'EM Ê QEZENC BIKIN'   Di dawiyê de Berk, destnîşan kir ku ji salên 1990'an ve tevlî çalakiyên gelek partiyên kurdan ên hatine damezrandin bûye û her demê bi taybet zext lê hatine kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Li Rihayê pergal li dijî kurdan gelek pêkanînên cuda dimeşîne. Her demê zext û pêkanîn xwe cuda nîşan didin. Dema ku em daxuyaniyekê jî didin bi dehan polis dora me dorpêç dikin û li nasnameya herkesî dinêrin. Di çavê kesên li hawirdorê de em weke beho tên lansekirin. Tê armanckirin herkes ji me bitirse. Lê rexmî hemû zext û tepisandinan jî em daxuyaniyên xwe didin û pîrozkirinên xwe bi coş pêk tînin. HDP partiya gelan e û gel bi HDP'ê re ye. Em ê qezenç bikin. Wê qet govend û dîlan ranewestin, wê herkes di vê dîlanê de cihê xwe bigire."   MA / Emrûllah Acar