Malbata Şenayaşar: Wê civak kesên bêdeng bimînin efû neke 2022-01-06 12:01:15   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire ev peyam parve kir: "Wê civak kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin û paşguhd dikin efû neke!"   Parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibû. Li dijî vê êrişî bi armanca ku kujerên bên darizandin û ceza li wan bê birîn Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatê di roja 304'an de berdewam dike.    Malbat, ji bo hevdîtina bi Fadil Şenyaşar re ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê girtin çû Xarpêtê û li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Me vê zillmê qebûl nekir. Wê civak kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin û paşguhd dikin efû neke! Maf' Hiqûq! Edalet! Têkoşîna me di roja 304'an de berdewam dike."