Jinên li hala Tarsûsê dixebitin dev ji kar berdan 2022-01-06 13:11:31 MERSÎN - Karkerên jin ên li Hala Fikî û Zêrzewat a Tarsûsê dixebitin, ji ber ku mûçeyê wan nayê zemkirin dev ji kar berdan.    Bi sedan jinên ku li Hala Fikî û Zêrzewat a Tarsûsa Mersînê dixebitin, bi daxwaza zêdekirina mûçeyê xwe dev ji kar berdan. Jinên ku beriya niha sozê zemê ji wan re hatibû dayîn û mûçeyê wan nayê zemkirin, destnîşan kirin ku Serokê Halê Çetîn Çalkin û karsazên halê ji ber daxwaza mafê wan heqaretê li wan dikin. Jinan ragihand, li ser berdana wan a kar serokê halê Çalkin ji wan re gotiye: "Heke hûn perê ku digirin qebûl nakin derkevin herin. Em we bi zorê li vir nagirin."    Piştî çalakiya xwe jinan bi Çalkin re hevdîtinek kir û jê re gotin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin.