Girtî Narîn ê ku krîza dil derbas kiribû ji çavdêriya awarte hat derxistin 2022-01-06 15:25:33   AMED - Hevşaredarê Sûrê yê berê Seyîd Narîn ê li Girtîgeha Kalkandereyê krîza dil derbas kiribû, ji beşa çavdêriya awarte hat derxistin.    Hevşaredarê Sûrê yê berê Seyîd Narîn ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ya Tîpa L tê ragirtin krîza dil derbas kiribû û wî rakiribûn beşa çavdêriya awarte. Narîn ji 4’ê çile ve li çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rîzeyê dihat ragirtin. Li gorî ku malbata wî agahî dan; Narîn îro ji çavdêriya awarte derxistine û birine odeya normal.    Hevjîna Seyîd Narîn, Besîle Narîn diyar kir ku lawê wê îro bi bavê xwe re hevdîtin kiriye û got: “Ragirtina girtiyên nexweş a li girtîgehan neheqî ye. Temenê wî mezin e. Cara yekem krîza dil derbas kir. Gotine ku nexweşîna şekirê jî lê peyda bûye. Negotine wê çiqas li odeya normal jî bigirin. Şandina însanek wiha nexweş a girtîgehê bêhiqûqî ye. Em dixwazin dawî li vê neheqiyê were û bila girtiyên nexweş werin berdan.”