Çalakiya malbata Dokû di roja 6’an de ye 2022-01-06 15:57:37   DERSIM - Çalakiya nobetê ya malbata Gulistan Dokû ya li pêş Edliyeya Dersimê di roja 6’emîn de berdewam dike.    Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve li Dersimê winda bû û agahî jê nayên girtin, a li pêş Edliyeya Dersimê di roja 6’emîn de berdewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû yên nîvro hatin pêş avahiya edliyeyê, wêneyên keça xwe hilgirtin û aqûbeta wê pirsîn.    Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Dersimê jî ji bo piştgiriyê, serdana malbata Dokû kir.