Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal li rojnamevan Dogru birî 2022-01-06 16:33:37 AMED - Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal û mehek li rojnamevan Rojhat Dogru birî û biryara girtina wî da.  Rojnamevan Rojhat Dogru bi îdiaya “xerakirina yekîtiya dewletê û tevahiya welat”, “hewldana kuştina bi qestî”, “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Danişîna biryarê ya dozê hat lidarxistin û biryar derket. Dogru beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Tamûr amade bû.    Dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir û xewst ji hemû “sûcdariyan” ceza li Dogru were birîn.    Parêzer Resûl Tamûr parastina miwekîlê xwe kir û îdia ango sûcdariyên li ser muwekîlên xwe red kir û xwest were beraetkirin.    CEZAYEK GIRAN HAT BIRÎN   Dadger daxwazên parêzer red kir û bî îdiaya van sûcdariyan cezayê muebetê û 12 sal û mehek cezayê hepsê li Dogru birî. Dadgehê her wiha bi vê biryarê cezakibirînê re biryara girtina Dogru jî derxist.