ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-07 09:00:11 * Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ercan Bîrcan ku berê hatibû gotin gendeliyeke li dor 5.5 milyon TL kiriye, piştî serdana Şaredariya Rezanê kir bi 4 rojan birayê wî bû Midûrê Emlak Îstimlaqê.  * Ji ber ava qenalîzasyonan a diherike Çemê Dicleyê û çopên tên avêtin, bêhna genî ji çem tê. Cizîriyan bertek nîşanî vê da û gotin: "Ev der, rûyê berra yê qeyûm e."    * Endamê Desteya Rêvebir ê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglû, diyar kir ku her diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe û ATK'ya ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dide girtiyên nexweş jî sûcê li hemberî mirovahiyê dike.    * Di ser qetilkirina Metîn Goktepe re 26 sal derbas bûn. Hevpîşeyên wî diyar kirin ku Goktepe rêya wan ronî kiriye û gotin: "Dê kesên pênûsa Metîn hilgirin tim hebin."    * Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar û Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne nayên berdan. Dêya Yildirim got: "Ger tiştek bê serê kurê min, ez ê destê xwe ji pêsîra dewletê nekişînim."    * Dosyeya doza Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin bi demboriyê re rûbirû hat hiştin û ser dosyeyê hat girtin. Birayê wî got: “We demê dizî. Em ê dozê bibin AYM’ê û pişt re jî bibin DMME’yê.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 305'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Metîn Lokumcu wê li Dadgeha Trabzonê berdewam bike. (09.00)   * Çalakiya rûniştinê ya Malbata Gulistan Doku ku li ber Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 7'an de wê bidome. (12.00-14.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê wê têkildarî şert û mercên xebatkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Malbat û parêzerên Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin wê têkildarî dosyeya Kirbayir a bi demboriyê re rûbirû maye li ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)     * Malbatên girtiyan wê li Amedê di roja 53'yemîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê berdewam bikin. (13.00-16.00)