Rewşa girtiyên nexweş xirab dibe: ATK sûc dike 2022-01-07 09:06:49 STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir ê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglû, diyar kir ku her diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe û ATK'ya ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dide girtiyên nexweş jî sûcê li hemberî mirovahiyê dike.  Li girtîgehan zêdebûna binpêkirinên mafan dibin sedema mirina girtiyan. Li gor daneyên 2020-2021'ê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) du du salan de 59 girtî jiyana xwe ji dest dane. Endamê Desteya Rêvebir ê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglû, destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên dide girtiyan sûcê li hemberî mirovahiyê dike.    PANDEMÎ     Kuçukosmanoglû, diyar kir ku li girtîgehan meseleya tenduristiyê ji zû de heye û ev mesele di dema pandemiyê de girantir bûye. Kuçukosmanoglû, destnîşan kir ku mafên girtiyan bi hinceta pandemiyê tên astengkirin û ji ber vê li ber hevdîtina bi malbatan û parêzeran re astengî hene, mafê tedawiyê tê astengkirin.    'ŞERT XIRAB DIBIN'   Kuçukosmanoglû, bilêv kir ku di warê binpêkirina mafan de gelek kes serî li wan didin û got: "Bi taybetî jî binpêkirinên mafan ên di warê tenduristiyêyên girtiyên siyasî de di asta herî jor de ne. Ev mijar dibe rojev jî, lê tiştek nayê kirin. Tevdîrên Covîd'ê li gelek deveran hatine betalkirin, lê li girtîgehan hê jî didomin. Ev yek jî dibe sedem binpêkirinên mafan. Ji dêvla ku şert û emrcan baş bikin, her diçe xirabtir dibin."    Kuçukosmanoglû, destnîşan kir ku di serlêdanên hatine kirin de girtî di warê xwegihandina bijîşkan de jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. û got: "Pirsgirêkên wekî muayenekirina bi awayê kelemçekirî, bi wesayîtên rîngê çûna nexweşxaneyê, netedawîkirina girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, paşguhkirina girtiyên nexweş ên nikarin di girtîgehê de bimînin rû didin."    'ATK SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ DIKE'   Kuçukosmanoglû, bal kişand ser rewşa ATK'ê jî û bilêv kir ku girtiyên divê bên berdan, berdana wan tê astengkirin. Kuçukosmanoglû, destnîşan kir ku ATK tu carî bi awayekî serbixwe tevnegeriyaye û ji roja hatiye avakirin heya niha hewl dide pêkanînên îqtidarê pak bide der. Kuçukosmanoglû, got: "Di mehekê de 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Hin ji vana nexweşînên wan ên kronîk hebûn. Ev pêkanîn veguheriye îşkenceyê. Divê kesên nexweşînên wan ên kronîk hene cezayên wan bên taloqkirin, lê bi biryarên siyasî yê ATK'ê nayên berdan. Ev sûc e li hemberî mirovahiyê."    ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊ   Kuçukosmanoglû, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan "rûreşiya Tirkiyeyê" ye û got: "Ev pirsgirêka li girtîgehan, têkildarî rewşa giştî ya welêt e. Em tenê ne li benda başkirina rewşa li girtîgehan e. Ji lew re ev pêkanîn ji bo me jî tên pêkanîn. Em zanin dê ev îqtidara siyasî niakribe van pirsgirêkan çareser bike. Ji lew re pêkanînên wan vê yekê nîşan didin."    Kuçukosmanoglû, bilêv kir ku divê her kes ji bo vê hesas be û dê mesele bi guherandina îqtidraê çareser bibe.