Îdiaya ‘bombeyê’ ya medya hewizê negihîşt armanca xwe 2022-01-07 10:16:48   SÊRT - Derbarê hevşaredarên Sêrti Hawêl û Misircê ce îdianame hat amadekirin. Medya îqtidarê gotibû di ajanda li mala hevşaredar hatiye desteserkirin de fermana çêkirina bombeye derketiye. Lê derbarê vê îdiaya medya havûzê de gotinek jî di îdianameyê de cih negirt.    Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarên Navçeya Hawêl Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul di 15’ê gulana 2020’an de hatibûn binçavkirin û ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin. Hevşaredar bi şertê “hepsa malê” hatibûn berdan. Di nava vê heyama derbas bû de 7 dozgerên dosyeyê hatin guhertin. Dozgerê herî dawî li dosyeyê nihêrî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê hevşaredaran de îdianame amade kir. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê îdianame qebûl kir û danişîna ewil a dozê wê di 12’ê gulanê de were lidarxistin. Ji bo biryara “hepsa malê” ya hevşaredaran bi dawî bibe serlêdan hat kirin lê hat redkirin.    HÊMANÊN YASAYÎ KIRINE SÛC    Îdianame ji 120 rûpelan pêk tê. Hêmanên wek hevserokatî, parvekirinên medya dîjîtal, girtina karkeran a kar, serdana şînan kirine mijara sûc.    Di îdianameyê de bi taybetî Hevşaredar Berîvan Helen Işik bi girtina 205 karkeran a kar tê sûcdarkirin. Hat îdiakirin ku ev kes “têkiliya wan bi rêxistinê re” heye.    GOTINEK JÎ QALA ‘BOMBEYÊ’ NEHATIYE KIRIN    Medya ku berdevkiya îqtidarê dike roja ku hevşaredarê Misircê Baran Akgul hatibû binçavkirin îdia kiribûn ku “ajandaya ku li mala wî hatiye desteserkirin, fermana çêkirina bombeye tê de derketiye.” Lê ev îdia medya îqtidarê di destê wan de ma û gotinek jî têkildarî vê îdiayê di îdinameyê de cih negirt. Ev îdia hane nêzî du sal in di rojeva medya îqtidarê de ye.    ‘DOZNAME TIJE DEREW IN’    Ji parêzerê Hevşaredar Baran Akgul, Şakîr Demîr diyar kir ku wan derbarê polîsên ku agahî dane medya îqtidarê ku derbarê miwekîlê wî de derew kirine gilî kirine lê serlêdana wan bi dozvenekirinê hatiye bi encamkirin. Demîr got wan li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û tevî 2 sal bi ser meseleyê re derbas bûye jî lê hêj medya îqtidarê sûc dike û vê yekê bikar tîne. Demîr got di nava 120 rûpelên doznameyê de gotinek jî behsa derewa medyaya îqtidarê nehatiye kirin.Demîr destnîşan kir ku ev îdianameya derbarê miwekîlên wan de hatiye amadekirin ji serî heta binî bi derewan tije ye.    MA / Fethî Balaman