Turkdogan: Divê îtîrazî bêqanûniya vekirî ya li Îmraliyê bê kirin 2022-01-07 10:30:22 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser bêqanûniya vekirî ya li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê û wiha got: “Divê mirov îtîrazî tiştên li Îmraliyê pêk tên bike û li dijî wan derkeve. Pêwistî bi çareseriyên bi bandor û bileztir hene.”   Çalkiyên nobetên edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan didomin. Xizmên girtiyan ji Stenbol, Mêrsîn, Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn û Amedê hatin Enqereyê û bi partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî re hin hevdîtin kirin. Malbatan serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a ku gelek serlêdanên binpêkirinên mafan ji girtîgehan û xizmên girtiyan digire kirin. ÎHD’a ku ji bo berdan û dermankirina girtiyên nexweş têdikoşe, ji bo çareseriyê bang li Wezareta Dadê, sazî û dezgehên navnetewî kirin.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û tiştên divê bên kirin nirxandin kirin.    300 HEZAR GIRTÎ HENE   Turkdogan, bi lêv kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên cidî diqewimin û wiha got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê politikaya dewletê ya hefskirinê heye. Mixabin ev ne polîtîkayeke mirovî ye. Li aliyê din di salên dawî de girtîgehên nû tên çêkirin. Niha girtîgehên ku şertên wan ji Tîpên F’yan girantir çêdikin. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê nêzî 300 hezar girtî hene.”   XWE GIHANDINA TENDURISTIYÊ    Turkdogan, dazanîn ku pirsgirêkeke din a bingehîn jî rewşa girtiyên nexweş e û wiha berdewam kir: “Kampusên girtîgehan ên mezin çêkirin û di her girtîgehê de bêje 10 hezar mirov tên ragirtin, bi hezaran esker û gardiyan hene. Çima nexweşxaneyeke baş nayê çêkirin? Nayê çêkirin ji ber ku ji bo hikumetê pêşengiyeke bi vî şiklî nîne. Dibêje ‘çi halê wan heye bila bibînin’ Divê girtîgehan nexweşxaneyên baş bên çêkirin. Tevî berdan û mirinê jî hejmara girtiyên nexweş her tim zêde dibe. ATK jî li gorî daxwaza desthilatê biryarê dide. Teşhîs dike lê dibêje “dikare bimîne”. Di asta divê werin dermankirin û berdan ATK dibe asteng.”   NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD   Turkdogan, bal kişand ku pirsgirêkên li girtîgehan nikarin ji derveyî pirsgirêkên heyî bigirin dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku desthilatê pirsgirêka kurd çareser nekir girtîgeh ketin vî halî. Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de wijdana xwe winda kir. Şer çawa heqîqetê dikuje wijdanan jî reş dike.” Turkdogan, bang li partiyên ku li Meclîsê xwedî kom in, li desthilatê û li Wezareta Dadê kir ku di çarçoveya Rêziknameya Mandela ya Neteweyên Yekbûyî de ji nû ve “Qanûna Înfazê” bigirin dest.    WÊ CPT SERDANA TIRKIYEYÊ BIKE   Turkdogan, bi lêv kir ku saziyên rayedar peywîra xwe bi cih naînin, divê Komîsyona Lêkolîn a Mafên Mirovan a Meclîsê komîsyonekê ava bike û li ser mirina Garîbe Gezer biçe girtîgehê lêkolînê bike. Turkdogan, anî ziman ku hêj li ser mirina Gezer tu lêkolînên bi bandor nînin û wiha domand: “Divê em biçin ser bêcezatiyê. Divê Tirkiye vê politikaya bêcezatiyê ji holê rake. Divê muxalefeta siyasal û civakî zêdetir bi girtîgehan re eleqedar bibin. Îsal wê CPT dîsa serdana Tirkiyeyê bike. Em ê van hemûyan bi wan re jî biaxivin. Em ê bixwazin ku lêkolîn û kontroleke bi bandor bikin.”   LI ÎMRALIYÊ BÊQANÛNIYA VEKIRÎ   Turkdogan, qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêqanûniyeke vekirî li Îmraliyê heye. Herkes temaşe dike. Heke hûn tiştên li Îmraliyê diqewimin temaşe bikin hûn ê bibin sedemê tiştên li cihên din jî diqewimin. Divê mirov îtîraz bike û li dijî derkeve. Em ê bi vî şiklî pêş ve biçin. Desthilat dê vê bigire rojeva xwe em nizanin. Bi mehane em dixwazin bi Wezareta Dadê re li ser van mijaran hevdîtinê bikin lê ew jî çend meh in bersiva daxwaza me ya hevdîtinê nedane. Em ji wan re dinivîsin, giliyan ji wan re radigihînin, ew jî dibêjin em lêkolîn dikin. Qet nebe em giliyan ji wan re radigihînin lê ev pevajo giran dimeşe. Pêwîstî bi çareseriyên bi bandor û bileztir hene. Divê girtîgeh bibin rojeva yekemîn a desthilata ku dê were.”   MA / Zemo Aggoz