Penceşêr li wan pîr bûye û terkî mirinê hatine kirin! 2022-01-07 11:03:47   ENQERE - Elîf Ozdemîr diyar kir ku li gel hevjînê wê û birayê wê bi nexweşîna penceşêrê ketine jî û raporên wan hene jî nayên berdan û birayê wê di 22 salên girtîgehê de 28 car emeliyat bûye.    Li girtîgehên Tirkiyê her roja ku diçe zext, binpêkirinên mafan û muameleya xerab zêdetir dibin û girtiyên nexweş nayên berdan. Tevî ku raporên girtiyên nexweş ên “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî lê nayên berdan.    Nobedên edaletê yên malbatên girtiyên nexweş û rêxistinên sivîl dane destpêkirin jî berdewam dikin. Li Wan û Amedê malbat pêşengiya nobeda edaletê dikin û malbat daxwaz dikin girtiyên nexweş demildest werin berdan.    2 GIRTIYÊN KU BI NEXWEŞÎNA PENCEŞÊRÊ KETINE    Erol Zavar 53 salî ye û bi nexweşiya penceşêr dijî. Cîhat Ozdemîr jî 51 salî ye û bi nexweşiya penceşêrê dijî. Her du jî xizmên hev in û 22 sal in di girtîgehê de ne. Tevî hemû serlêdan û hewldanan û tevî hemû bang û raporan jî nayên berdan. Zavar li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F tê ragirtin û Cîhat Ozdemîr dî jî li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F tê ragirtin. Zavar û Ozdemîr di sala 2000’î de hatin darizandin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Enqereyê bi îdiaya “hewldana guhertina pergala destûra bingehîn” cezayê muebedê li wan birî.    PENCEŞÊR HER LÊ NÛ BÛ Û REWŞA WÎ GIRAN E   Zavar dema tê girtin teşhîsa penceşêrê datînin serê û ji ber li girtîgehê nayê dermankirin penceşêr li laşê wî nû dibe. Tevî hemû hewldanên malbatê ku dixwaze were berdan jî lê daxwaz tê redkirin. Hêj bi awayek rêkûpêk tedawiya Zavar nayê kirin û di van 22 salên girtîgehê de 28 caran hatiye emeliyatkirin.    REWŞA WÎ GIRAN E    Malbata Ozdemîr jî gelek serlêdanan û hewldanan kir ku were berdan. Lê daxwazên wan jî hatin redkirin. Ozdemîr ji berk u tedawiya wî were kirin çalakiyan li dar xist û ji van çalakiyan 3 caran cezayê hucreyê lê hat birîn. Divê di 2031’an de bihata berdan lê ji ber cezayên hucreyê biryar hat dayîn ku Ozdemîr wê di 2037’an de were berdan. Ozdemîr di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a ÎHD’ê de cih digire û malbata wî daxwaz dike ku were berdanê.    ‘DAWIYÊ LI VÊ NEHEQIYÊ BÎNIN’    Elîf Ozdemîr ku xweişka Cîhat Ozdemîr e û hevjîna Erol Zavar e destnîşan kir ku birayê wê û hevjînê li girtîgehê penceşêr li wan nûbû û ji ber şertên girtîgehê ev nexweşîn li wan pîr bû û niha rewşa wan giran e. Elîf Ozdemîr diyar kir ku rewşa birayê wê Cîhat Ozdemîr ber bi xetereyê ve diçe û rewşa gelek girtiyan wek hev e û dixwazin dawî li vê yekê were. Ozdemîr da zanîn ku wan ji bo birayê wê û hevjînê welek caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) dane û her carê ATK’ê rapora, “dikarin di girtîgehê de bimînin” daye wan. Ozdemîr diyar kir ku ji ber pêvajoya pandemiyê şert û mercên girtiyan giran e û ev penceşêr roj bi roj girtiyên wan ber bi mirinê ve dibe. Ozdemîr anî ziman ku ji ber tedawiya birayê wê û hevjînê wê nayê kirin terkî mirinê tên kirin û xwest cezayê wan were taloqkirin û werin berdan da ku tedawiyek baş bibin. Ozdemîr destnîşan kir ku mirinên dawî yên li girtîgehan wan dixe nava fikaran û xwest dewlet yasayên xwe bisepîne û dev ji van raporên ku girtiyan terkî mirinê dikin berde. Ozdemîr anî ziman ku divê li bijîşkên pispor were guhdarkirin û gavek beriya gevekê dawî li vê neheqiyê were anîn.    MA / Delal Akyuz