‘Dayik wê edaletê bînin’ 2022-01-07 11:25:52   AMED - Jinên ku ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin wiha gotin: “Em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re bihêz in. Wê dayik edaletê bînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 53’yemîn de berdewam dike. Malbat ji bo daxwazên wan bên bihîstin li Enqereyê bi hin partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî re hatin gelhev. Serdanên piştgiriyê ya malbatên piştî serdanê vegeriyan jî didomin. Jinên ku serdana çalakiya nobeta edaletê kirin, diyar kirin ku piştevaniya daxwazên malbatan dikin.    ‘EM BI HEV RE BIHÊZ IN’   Yek ji jinên ku serdana çalakiye kir, Meryem Tûran diyar kir ku êşa hemû dayikan yek e û destnîşan kir ku divê ji daxwaza edaletê re dengê hevpar were derxistin. Tûran, xwest ku xizmên girtiyan di çalakiyê de cih bigirin û wiha got: “Heke nexwazin zarokên wan di girtîgehê de werin qetilkirin divê werin li vir rûnin. Heke li dijî vê zilm û tecrîdê dayik were rûne wê dengê me jî ewqas bilindtir be. Em dayik bi hevre bi hêz in û em ê edaletê bînin.”   BANG LI WEZARETA DADÊ KIR   Nazîme Çokdagli jî dazanîn ku piştgiriya Nobeta Edaletê dikin û wiha axivî: “53 roj in ev dayik tên vir û nobetê digirin. Em piştevaniya dayikan bikin. Heke em piştevaniya wan bikin wê cenaze ji girtîgehê dernekevin.” Çokdagli, bang li Wezareta Dadê kir ku peywîra xwe bîne cih û wiha got: “Edaletê bi cih naîne, peywîra xwe pêk naîne. Dayikan bibînin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û çareyekê ji van dayikan re bibînin. Ev zilm wê heta ku derê bidome? Êdî bes e.”   BERXWEDANA DAYIKAN   Hevjîna Seyîthan Goktekîn ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, Ayten Goktekîn, dazanîn ku nexweşiyên hevjînê wê yên kronîk hene û wiha got: “Qaşo ji bo wan baş bikin dibin nexweşxaneyê lê di vegerê de 15 rojan di karantînayê de dihêlin. Ev karantîna wan nexweştir dike. Em nikarin biçin hevdîtinê, li wan cuda li me cuda zilmê dikin. Em şermezar dikin û qebûl nakin. Em her roj rewşa wan difikirin û xemgîn dibin. Em ji jiyana wan bi fikar in.” Goktekîn, bi lêv kir ku wê li cem dayikên di nobetê de cih bigire û wiha axivî: “Em heta mirinê li cem dayikan e. Em tenê aştiyê dixwazin. Em ê bi berxwedana dayikên xwe edalet û aştiyê bînin.”