340 sal cezayê hepsê li 62 kesan hat birîn 2022-01-07 12:41:32   DÎLOK - Li Dîlokê dadgehê siyasetmedar jî di nav de li 62 kesan bi giştî 339 sal û 7 meh cezayê hepsê birî.    Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di 14’ê Tîrmeha 2020’an de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Avakirina Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) jî di nav de 91 hatibûn binçavkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ji îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” darizandinê birêve dibir. 27 kes ji dosyeyê girtî bûn, di danişînên berdewam kirin de hemû girtî hatibûn berdan.    HEZAR CEZAYÊ HEPSÊ XWESTIBÛ    Danişîna 15’emîn a dozê di 12’ê mijdara 2021’an de hatibû lidarxistin û dozger mutalaya xwe eşkere kiribû. Dozger bi hêcetên cuda derbarê 90 kesî de nêzî hezar salî cezayê hepsê xwest. Dozger derbarê kesekî de jî beraetê xwestibû.    Duh danişîna 16’emîn a dozê hat lidarxistin. Heta dereng danişîn dewam kir û dadgehê di saetên şevê de biryara xwe eşkere kir. Parêzeran li dijî mutalayê parastinê kir. Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi giştî 339 sal û 7 meh cezayê hepsê li 62 kesan birî.    Navê kesên ku ceza li wan hatiye birîn wiha ne: “Mustafa Yucel (ji ber ku wefat kiriye, ji dosyeyê hatiye derxistin). Abdullah Înce, Îsmaîl Berkpinar, Mehmet Ozkan, Muslum Kiliç, Selman Tutumlu’ya, Ahmet Îlbaş, Abdullah Açar, Alî Yildiz, Abdulmutalip Kiliç, Atiye Okay, Ayfer Dogan, Azîme Bali, Bahrî Yariş, Bîrgul Yildirim, Bîrcan Demîr, Cengîz Tunç, Durrî Kaygusuz, Emîn Kavak, Fatma Dîkîcî, Fatma Lebe, Faik Dursun, Gulî Yaman, Guler Erat, Habat Gengeç, Hamza Bayindir, Halîl Kiliç, Hatîce Kuçuker, Habîbe Ocal Tişkiya, Hasan Saran, Hurşit Besle, Îbrahîm Kaya, Mehmet Karayilan, Kasim Şan, Mahmut Aycan, Mehmet Aşkar, Mehmet Çiftçî, Mehmet Şahin, Mehmet Zeki Demir, Mustafa Tunç, Munevver Yilmaz, Nafî Demîr, Nesîbe Çinar, Nuray Goktepe, Omer Faruk Koç, Remziye Erdem, Raziye Kuş, Sedîka Yaman, Sultan Bayindir, Songul Koçdag, Sevînç Selçuk, Şukru Ozalan, Tahîr Altug.”