Ma Musîc û Egîtîm Sen’ê piştgirî da Nobeta Edaletê 2022-01-07 15:39:33 AMED - Endamên Ma Musîc û Egîtîm Senê, serdana malbatên ku li Baroya Amedê 53 roj in di Nobeta Edaletê de ne, kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 53’yemîn de berdewam dike. Perwerdekarên Ma Musîcê û endamên Şaxên Sendîkaya Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ên Amedê serdana malbatan kirin. Yek ji xizmên girtiyên nexweş Hakki Boltan diyar kir ku ji serdana piştgiriyê keyfxweş in û bi lêv kir ku bi xwedî derketina berxwedana edaletê ya ji aliyê beşên cuda ve ew dikarin ji çalakiya xwe encam bigirin.    MA MUSÎC: DAXWAZA WE DAXWAZA ME YE   Yek ji perwerdekarên Ma Musicê Helîm Barîn, dazanîn ku tiştên li girtîgehan diqewimin ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Em nobeta we ya berwedanê ji nêz ve dişopînin. Daxwazên we daxwazên me ne. Hêvî dikim ku demildest guh bidin daxwazên we. Girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin li gorî qanûnan divê werin berdan, lê nayên berdan. Yekane hêviya me ewe ku ev girtî bên berdan.”   Perwerdekarên Ma Mûsicê, ji malbatên girtiyan ên nobeta xwe didomînin re klam gotin. Di dema klaman de malbat hestiyar bûn.    EGÎTÎM-SEN’Ê JÎ PIŞTGIRÎ DA NOBETÊ    Pişt re kedkarên perwerdehiyê jî serdana malbatan kir. Rêveberê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2’yan a Amedê Fesîh Zîrek jî wiha got: “Bi hezaran mînakên girtiyên nexweş hene. Li dijî girtiyan polîtîkayên gelek cuda tên birêvebirin. Divê kesên ku nikarin di girtîgehê de bimînin demildest bên berdan. Em weke Egîtîm Sen’ê em ê her tim li cem malbatên xwe bin. Têkoşîna ku ew didin têkoşîna me hemûyan e.” Xizma girtiyan Fevziye Kolakan jî xwest ku pêkanîn li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bi dawî bibin û wiha got: “Bila ji girtîgehan darbest dernekevin.”