Berteka li dijî PDK’ê: Heta ku em cenazeyên xwe bigirin wê çalakiya me bidome 2022-01-07 15:40:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin, di roja 95’emîn de berdewam dike.    Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan birîndar bû du endamên HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên endamên HPG'ê desteser kirin, 131 roj in cenaze nadin malbatên wan.    Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Cizîrê ku ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a endama YJA STAR’ê û Yusif Îbrahîm ê endamê HPG’ê werbigirin li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev, li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin di roja 95'an de berdewam dike.    Şêniyên Girkê Legê çalakî îro ji şêniyên Çilaxayê wergirtin. Hevseroka Meclîsa Navçeya Girkê Legê Newroz Ehmed diyar kir ligel ku 94 roj derbas bûye jî PDK’ê hêj bersiv nedaye daxwaza malbatên şehîdan û wiha got: “Çalakvanên li vir diyar dikin heta ku ew cenazeyên şehîdan werbigirin wê çalakiya xwe bidomînin. Dayikên Aştiyê û ciwanan li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê xwestin daxwazên xwe ragihînin PDK’ê lê PDK’ê sînor girt.”