Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 7’an de berdewam kir 2022-01-07 15:47:04   DERSIM - Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku ku li ber Edliyeya Dersimê dabû destpêkirin, di roja 7’an de didome.    Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’an de hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Gulistan Doku ketiye pey şopa keça xwe û heta niha çalakiyên cûrbicûr li dar xistiye. Herî dawî malbatê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û ev çalakî di roja 7’an de berdewam dike. Malbat di saetên nîvro de hat ber edliyê û çalakiya îro pêk anî. Dayika Gulistanê, Bedriye Doku banga dîtina keça xwe kir û got, “Gulistana min li ku ye, ez edaletê dixwazim.”      Platforma Jinan a Dersimê û Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Dersimê serdana malbatê kirin û piştevanî dan malbatê.