Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin 2022-01-08 09:07:37 AMED - Nûnerên partiyên siyasî nerazîbûna xwe ya ji bo daristana ku dê li Kirklar Daxiyê li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bê çêkirin anîn ziman û gotin: "Gaveke din a înkarkirinê ye. Em qebûl nakin."  Dê li Kirklar Daxiyê ku li navçeya Sûr a Amedê ye, li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî daristanek bê çêkirin. Serokatiya MHP'Ê ya Bajêr çend roj berê ragihand ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû ji bo daristanê 210 donim erd tahsîsî wan kiriye. Ev yek li li bara kurdan bû cihê bertekên mezin.    Partiyên siyasî yên bajêr, anîn ziman ku li ser navê Bahçeliyê ku li bajêr rêjeya rayên partiya wî ne dis er jis edî 1'ê re jî çêkirina daristanê "pêkanîna polîtîkaya dijminatiyê" ye.    HDP: HEQARET E   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku Bahêelî dijminatiya kurdan dike, lewma li bajêr li devereke dîrokî li ser navê wî çêkirina daristanê dê "heqareta herî mezin a li gelê kurd be". Ceylan, destnîşan kir ku li bajêr tu temsîliyeta Bahçelî û partiya wî tune ye û got: "Li warê siyaseta kurdş, li navenda siyaseta aştiyê radibin dê navê Bahçelî li cihekî bikin. Çi eleqeya Bahçelî bi Amedê re heye? Di warê fizîkî û- fikirî de çi fêdeya Bahêelî gihaştiye Amedê ku wê navên wî li daristanekêb ikin? Gelê Amedê dê vê yekê qebûl neke. Li Kurdistanê tu rewabûna AKP û MHP'ê nemaye."   FERASETA QEYÛM   Ceylan wiha axivî: "Kurd, Devlet Bahçelî bi nijdaperestiyê tawanbar dikin. Gava vîna gel rêvebiriyê bi dest bixe dê van tiştên qirêjî û navê Bahçelî rake. Sibê dusibe dê gel vî navî rake. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Ev feraseta qeyûm e. Çî kurdan hebe, çi tiştê derbarê kurdan d ehebe dijminatiya wê dikin. Ew, wê tevî navên xwe biçin."    PÎA: DIVÊ BERTEK BÊ NÎŞANDAN   Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku Bahêelî tu carî xizmeta gelê kurd nekiriye û kesekî wisa ye ku nikare bi tena serê xwe li Amedê bigere. Kaya got: "Ger bigere jî dê kes bi kêfxweşî wî pêşwazî neke. Li vî bajarî li ser navê kesekî wekî Bahçelî ku dijminatiyê dike, çêkirina daristanê tê çi maneyê? A rast dixwazin bibêjin 'Em kesê her roj heqaretê li we dike, nasnameya we nas nake û her tim dijminatiya we dike, tînin ber çavê we.'    Kaya, destnîşan kir ku divê bertek bê nîşandan ji bo navê kesekî wiha li bajêr li cihekî neyê kirin.    KKP: GAVEKE NÛ YA ÎNKARKIRINÊ   Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî vê yekê bi vî awayî nrixand: "Israrkirina di polîtîkaya înkarkirin û tunekirinê de ye." Çîftyurek got: "Navê kesekî ku sembola netewperestiya tirk e, li cihekî wekî Kirklar Daxiyê, ne rast e û tiştekî tehrîkkar e. Dê gelê Amedê vê yekê qebûl neke. Ger pêdivî bi navekî hebe, divê ew nav kesekî ku gelê krud wî esas digire û jê hez dike be. Ferzkirina vî navî û pêşniyarkirina wî tê wateya amadekirina zemîneke nû ya aloziyê. Divê tu kes ne ji me û ne jî ji gelê me li benda qebûlkirina vê nesekine. Demildest divê dev ji vê şaşiyê berdin."    PAK: BERDEWAMA NPOLÎTÎKAYA QEYÛMTIYÊ   Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba jî destnîşan kir ku têkiliya vî tiştî bi polîtîkaya qeyûm re heye û got: "Ev nayê qebûlkirin. Kesekî li ser navê dewletê hatiye şaredariyê radibe li ser navê Bahçelî daristanê çêdike. Ev dijminatiya li hemberî Kurdistanê ye."