Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da 2022-01-08 13:31:06   ŞIRNEX - Li gundê Avgamasiya ya bi ser Şirnexê ve jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Avgamasiya ya bi ser navenda Şirnexê ve jina bi navê Asya Akil (44) bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akil rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û hat zanîn ku piştî otopsiyê wê cenaze li gund were veşartin. Hat îdiakirin ku kurê Akil, M. Akil bi sîlehê lîstiye û di encama gule berdanê de diya wî jiyana xwe ji dest daye.    Cendirme çûn gund û M. Akil binçav kirin.