Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin 2022-01-08 16:30:42   AMED - Malbatên girtiyan ku di roja 54’emîn a Nobeta Edaletê de axivîn wiha gotin: “Heta ku ji bo girtiyan edalet pêk neyê em ê ji vir ranebin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 54’emîn de berdewam dike. Malbatan îro jî daxwazên xwe anîn ziman.    Xwişka girtî Hamdulsena Ada, Reşahat Ada, diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih werin wê nobeta xwe bidomînin û wiha got: “Heta ku ji bo girtiyan edalet pêk neyê em ê ji vir ranebin. Înfaza girtiyên ku cezayê wan xelas dibe dişewitînin. Kesên nexweş tedawî nakin. Ji ber ku ev nekirin cenazeyên 16 zarokên me ji girtîgehê derketin. Ew jî zarokên me bûn. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.”   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Xwişka girtî Abdulselam Guler, Încî Guler jî dazanîn ku bi heman daxwazan çûn Enqereyê û wiha axivî: “Pêdiviya çûna me bi ku derê hebe em ê biçin wir. Em ê çalakiya xwe ya li vê derê jî bidomînin.” Dayika Mehmet Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin, Hazal Yildirim jî anî ziman ku wê di têkoşîna edaletê de bi israr bin û wiha got: “Em ji bo vê têkoşînê çûn Enqereyê, me serî li hin saziyan da. Heta ku bersiva daxwazên me bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   DAXWAZA EDALETÊ   Pîra Dogan Beyaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê tê ragirtin, Nûray Abay jî wiha got: “Edalet, edalet, edalet. Dema edalet hat Kurdistanê wê herkes bi aram be.” Nazîme Çokdalan a piştgiriya çalakiya nobetê kir jî wiha axivî: “Em dixwazin hemû girtî werin berdan. Heke piştgiriya dayikan were kirin wê daxwazên wan jî pêk werin. Divê Meclîs deng bide vê yekê.”