Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene 2022-01-09 09:01:56   AMED - Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamevanî pîşeyeke bargiran e û got: "Lê dîsa jî tevî hemû zor û zehmetiyan rojnamevanên li ber xwe didin û çapemeniya azad heye."    10'ê Çileyê ji sala 1961'ê heya niha wekî "Roja Rojnamevanên Dixebitin" tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê û herêmê rojnamevan îsal jî 10'ê Çileyê di şert û mercên sansur, binçavkirin, girtin û binpêkirinên mafan de pêşwazî dikin. Li gor rapora Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, di sala 2021'ê de 55 rojnamevan bi êrişan re rû bi rû mane û 2 rojnamevan jî jiyana xwe ji dest dane. Li gor raporê 61 rojnamevan jî hatine binçavkrin, 6 jê hatine girtin, 23 jê bi îşkence û muameleyên xirab re rû bi rû mane, derbarê 54 rojnamevanan de lêpirsîn hatine destpêkirin û li 47 rojnamevanan jî cezayê hepsê û cezayê pere hatiye birîn û hê jî 62 rojnamevan girtî ne.    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, têkildarî binpêkirinên mafan ên rojnamevan bi wan re rû bi rû dimînin axivî.   Altan, destnîşan kir ku sala 2021'ê ji bo rojnamevanan saleke zehmet bûye û got: "Îqtidar tim hewl didin çapemeniyê bêbandor bikin. Ev yek di dema AKP'Ê de bia wayekî aşkere hat kirin. Piştî 2016'an ev yek hîn aşkeretir bû." Altan, bal kişand ser zextên li ser saziyên çapemeniyê jî û bibîr xist ku RTUK'ê di sala 2021'ê de 59 caran ceza li 12 saziyên çapemeniyê biriye, li 4 rojnameyan jî 115 roj cezayê reklam û îlanê biriye û gpt: "122 weşan hatin qedexekirin. Ev astengî ji bo medyaya dîjîtal jî hene. Di salekê de hezar û 460 nûçe hatin astengkirin. Her wiha 64 malperên înternetê jî hatin girtin."    'ÎQTIDAR JI ROJNAMEVANAN HEZ NAKE'   Altan, destnîşan kir ku çendî Şûraya Dewletê biryar daye jî, lê dîsa astengî li ber rojnamevanan heye ji bo dîmengirtin û wênegirtinê û got: "Gelek caran bi êrişan re rû bi rû man, hatin binçavkirin." Altan, bilêv kir ku rojnamevan gendelî û sûcên ku îqtidar dikin û ser wan dinixumînin aşkere dikin û got: "Lewma ji rojnamevanan hez nakin. Ev yek li Tirkiyeyê hîn bêtir aşkere ye. Bi taybetî jî îqtidara AKP'ê îmze danîn bin pirsgirêkên gelekî mezin. Bi taybetî piştî sala 2010'an li hemberî çapemeniyê mudaxileyine mezin dest pê kirin. Pêşî çapemeniya xwe îkame kirin, bi dû re li hemberî ya muxalif dest bi zext û çewisandinan kirin."    ÇAPEMENIYA AZAD   Altan, anî ziman ku di sala 2016'an de saziyên çapemeniyê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin û got: "Bi taybetî çapemeniya azad, yanî li Kurdistanê hemû saziyên çapemeniyê girtin. Çapemeniya kurdî, çapemeniya muxalif, çepgir û sosyalîst hemû girtin. Bi vî awayî pêşiya xwe paqij kirin." Altan, destnîşan kir ku AKP, piştî bidestxistina çapemeniya navendî vê carê berê xwe daye medyaya sanal jî û ji bo vê hin qanûnan çêdike.    Altan got: "Rojnmavean ji bo karê xwe bikin di hin platforman de dest bi kar kirin. Lê derbarê gelekan jê de lêpirsîn û doz vekirin. Hin jê ji ber zext û çewisandinan sirgûn bûn. AKP jî bi vî awayî çapemeniya xwe çêkir û piştî vê jî dest bi tepisandina ya muxalif kir. Ên mayî jî xwest bi lêpirsîn, doz û girtinan ji holê rake. Hin jê li ber xwe dan. Bi taybetî jî kedkarên çapemeniya azad."    Altan ku got "Wekî rojnamevan mayina li Tirkiyeya Erdogan, li Tirkiyeya AKP'ê tiştekî pir bargiran e" anî ziman ku lê tevî hemû zor û zehmetiyan jî hin rojnamevan li ber xwe didin. Altan got: "Hûn ancax bi vî awayî li ser pêyan dimînin. Hûn bi nûçeyên xwe bersiva gendelî, neheqî, îşkence û binpêkirinên mafan didin. Yanî bêyî berxwedanê hûn nikarin tevbigerin. Yan na hûn ê nikaribin nûçeyan çêbikin. Ev ji bo rojnamevan mirin e. Lê axirê saziyên çapemeniya azad hene û axirê rojnamevanên berxwedê hene."