TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in 2022-01-09 15:42:51   ENQERE - TTB'ê, diyar kir ku xebatên derzîkirinê yên desthiatê ji zelaliyê dûr in û daxwaza bernameyeke bilez û bibandor a derzîkirinê kir.    Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), bi daxwaza ku desthilat hemû daneyên di mijara derzîkirinê de bi raya giştî re parve bike daxuyaniyeke nivîskî da. TTB'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di rewşa heyî ya vîrûsa koronayê de ji bo mirovahiyê derzîkirin amûra herî girîng e û lê xebatên derzîkirinê yên desthiatê ji zelaliyê dûr in. TTB'ê di daxuyaniya xwe de ji bo pêşîgirtina vîrûsa koronayê daxwaza bernameyeke bilez û bibandor a derzîkirinê kir.