Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan 2022-01-09 20:29:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetan de 173 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hat tespîtkirin ku 61 hezar û 727 kesên din bi vîrûsê ketine.   Li gorî daneyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve rojane tên weşandin, di 24 saetên dawî de 384 hezar û 49 test hatine kirin û 61 hezar û 727 kesên din bi vîrûsê ketine. Wezaretê diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dane.