Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn 2022-01-10 11:39:11   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê di roja 308’an de didomîne, diyar kir ku parlamenterên AKP’ê yên ku li hemû bajaran fermana “bikevin nava gel” wergirtine dê rastî pirsa “Kê her du zarok û hevjîna vê dayikê li nexweşxaneyê qetil kir” bên.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 308’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar a ji navçeya Pirsûsê ji 42 kîlometreyan tê, tevî sarmayê jî nobeta xwe ya li pêş edliyeyê didomîne.      Ferît Şenyaşar, bi bîr xist ku Serokkomarê AKP’î Erdogan fermana ‘bikevin nava gel’ daye parlementerên AKP’ê û wiha got: “Dema 8 parlementerên Rihayê hatin ketin nava gel, wê gel bi pirsa ‘Ev dayik çima 4 demsal in li pêş deriyê edliyeyê disekine’ pirsa vê nobeta me bike. Kesê ku ev komkujî pêk anî parlementerekî AKP’ê ye. Ev parlementer ji aliyê hin kesan ve tê parastin. Ji ber tê parastin jî niha dozger bê bandor hatine hiştin, nikarin peywîra xwe bikin û sûc dikin. Ev têkoşîna me li her bajarê Tirkiyeyê tê rojevê. Heke parlementerên AKP’ê werin nava gel wê gel pirsa ‘Kê her du zarok û hevjîna vê dayikê li nexweşxaneyê qetil kir’ bipirsin. Heke parlementerekî ku bersiva vê pirsê bide hebe, bila bikeve nava gel û bersiva vê pirsê bide.”