Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan 2022-01-10 12:16:37   ENQERE - 2 kesên ji koma 30 kesî ku li ber Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê êrîşî 3 ciwanên kurd kirin, bi fermana dozgeriyê hatin berdan.    2 kesên bi kêr ên ji koma 30 kesên nijadperest ku duh bi şev li pêş deriyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê êrişî 3 ciwanên kurd kiribûn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Hat hînbûn ku Îsa Kok û Fatîh Temel ên beriya niha jî li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bi kêr û palikan êrişî xwendekaran kiribûn û derbarê wan de doz hatibûn vekirin, bi fermana dozgeriyê hatine berdan. Nehat zanîn ku ji koma 30 êrişkaran pêk tê de tu kes din hatiye binçavkirin an nebinçavkirin.    JI NEXWEŞXANEYÊ BIRIN QEREQOLÊ    K.Y. yê di êrişê de hat kêrkirin, piştî li nexweşxaneyê hat dermankirin, anîn Qerekola Polîsan a Bîrol Oztekî ya Cebeciyê û îfadeya wî hat girtin. Piştî îfadeya wî hat girtin bi hevalên xwe yên êriş li wan hat kirin M.Û. û D.Û. re ji qereqolê veqetiyan.    WÊNEYÊ HAT PARVEKIRIN JI CIHÊ BÛYERÊ YE   Derket holê ku wêneyê Îsa Kok ê K.Y. kêr kir ku bi gotina “Ne gera êvarî ye” li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal parvekiriye, aydê cihê êriş lê pêk anîye. Li aliyê din hat diyarkirin ku Îsa Kok û Fatîh Temel ên bi kêran êriş kirin koma nijadperest a ji 30 kesan pêk tê bi telefonê kom kirine.