Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da 2022-01-10 16:39:47   ŞIRNEX - Denîz Alçi yê ji bo bixebite ji Şirnexê çûbû Herêma Kurdistanê, li Duhokê di înşaeta lê dixebitî de ket û jiyana xwe ji dest da.    Denîz Alçi (22) yê ji bo bixebite ji Şirnexê çûbû Herêma Kurdistana Federe, di înşaeta lê dixebitî de ket û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, Alçi yê li Duhokê di înşaetê de dixebitî, di qada 6’emîn a înşaetê de ket valahiya asansorê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alçi îro anîn Şirnexê.    Cenazeyê ji bo kirariyên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî kirariyên li vir wê ji bo veşartinê bibin navçeya Nisêbîna Mêrdînê.