Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da 2022-01-10 21:19:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da. Narli, li Almanyayê ji ber pençeşêrê tedawî dibû.    Rojnamevan Huseyîn Narli (Okkeş Unlubayir) ku ji ber pençeşêrê tedawî dibû, li bajarê Bochum ê Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Hevalên Narli, xebera mirina wî ragihandin. Hevalên wî ragihandin ku Narli yê 3 sal bûn ji ber pençeşêrê tedawî dibû, îro danê sibehê jiyana xwe ji dest daye.   Narli ku yek ji kesên berbiçav ê tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bû, yek ji damezrînerên TV10 û CAN TV'yê bû jî.