Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî 2022-01-11 09:37:49   AMED - Cenazeyê Ahmet Koç ê HPG’yî ku di 22’yê Cotmehê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, duh bi şev hat veşartin.    Li gundê Qurdîsê yê li herêma Omeriya ya Mêrdînê di 22’yê Cotmeha 2021’an de şerek derketibû û di şer de Songul Ozgun (Rûken) û Ahmet Koç (Şoreş Amed) ên HPG’yî jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Ahmet Koç ê li goristana bêkesan hatibû veşartin piştî ku encama DNA’yê diyar bû radestî malbata wî hat kirin. Malbatê cenazeyê lawê xwe duh derengî şevê li Goristana Seyrantepe ya navçeya Bismila Amedê veşart. Gelek kesan li pêş goristanê cenaze pêşwazî kirin. Lê polîsan ji bilî ferdên malbatê nehiştin kesek tevlî merasîme cenaze bibe.    Malbatê piştî vecîbeyên olî, cenazeyê lawê xwe veşartin.