Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin 2022-01-11 11:27:29   ENQERE - Fezlekeya derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de bi hêceta wêneyên beriya 8 salan hatine kişandin hatibû amadekirin, ji Serokkomariyê re hat şandin.    Fezlekiya derbarê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de piştî ku wêneyên bi Volkan Bora yê PKK’yî re kişandibûn di çapemeniyê de cih girtin, bi daxwaza rakirina destdayînê hatibû amadekirin, ji Serokkomariyê re hat şandin.    Fezlekeya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê parlementera HDP’ê ya Amedê de amade kiribû, duh ji Wezareta Dadê re hatibû şandin. Fezlekeya bi lez û bez hatibû amadekirin ji aliyê Wezareta Dadê ve bi lez û bez ji Serokkomariyê re hat şandin. Tê payîn ku piştî lêkolînkirina Serokkomariyê wê fezleke careke din ji Meclîsê re were şandin.    DAXUYANIYA GUZEL   Guzel a HDP’î diyar kiribû ku wêne di sala 2014’an de hatine kişandin û aydê serdema pêvajoya çareseriyê ne. Guzel, diyar kiribû ku nayê qebûlkirin ku wêneyên 5 sal berê hatine desteserkirin, bibin bingeha sûcdarî û hewldanên komployan û destnîşan kiribû ku li dijî kampanyaya lînçkirinê û sûcdariyên qirêj ên ku rastiyan nîşan nade dê rêyên hiqûqî bi kar bîne.