Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê 2022-01-11 13:14:40   ŞIRNEX - Li Şirnexê, zarokeke 15 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.   Li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê, zaroka bi navê Evîn Taşar a 15 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Taşar duh bi şev xwe ji qata 7'an avêtiye û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taşar ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat ragihandin ku piştî karên otopsiyê dê cenazeyê Taşar li goristana Şêx Baqî bê definkirin.