‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’ 2022-01-11 15:44:54   WAN - Hevseroka HDP’ê Handan Koyûncû bal kişand ser zêdebûna fihûşê û bikaranîna tiryakê ya li Wanê û anî ziman ku ew ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin.    Rêxistina HDP'ê ya Wanê, ji bo balê bikişîne ser rewşa dehfdayîna jinan a fihûşê, zêdebûna bikaranîna tiryakê ya ciwanan û pirsgirêkên penaber dijîn li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan bi bîr xist ku ciwanên bi navê C.A û B.A yên li oteleke li navçeya Rêya Armûşê tiryak bi kar anîn jiyana xwe ji dest dan û destnîşan kir ku bikaranîna tiryakê ne pirsgirêkeke kesayetî ye pirsgirêkeke civakî ye. Dogan, bal kişand ku li Wanê di kontrola xwegihandina madeyên hişbir an jî madeyên tiryakê de kêmasî hene û got ku divê berpirsyar bên cezakirin.    ‘TÊ PAŞGUHKIRIN’   Dogan, dazanîn ku gelek caran ji raya giştî re tê ragihandin ku wezîfedarên cemaweriyê yên bikaranîna narkotîkê û tedarikkirinê paşguh dikin hene û wiha got: “Berî ku ciwan girêdayî hişbirê bibin divê bergirî bên girtin. Ji bo kesên hişbirê bikartînin jî divê bi malbat û saziyên ku bikarin piştevaniyê bikin re mekanîzmayên piştgiriyê werin avakirin.”   Dogan, bal kişand ser kêmasiya projeyên têkildarî pêwistiya ciwanên zanîngeh û lîseyê û wiha berdewam kir: “Em ê di dema pêş de plansaziya pêkanîna polîtîkayeke berfireh a ciwanan bikin. Ji ber ku şaredariya qeyûm xwedî pêşengtiyeke bi vî rengî nîne.”   POLÎTÎKAYA PENABERAN   Dogan da xuyakirin ku Wan ji bo penaberan rêyeke derbasbûnê ye û anî ziman ku ji bilî penaberên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê û Îranê ve li ser sînor tên kuştin, jinên rastî destavêtinê tên li hemberî tirsa vegerandinê bêdeng dimînin.    ‘DESTHILATA MÛSA ORHANAN E’   Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn jî qala polîtîkayên desthilatê yên li ser jinan kir. Karakoyûn diyar kir ku li Wanê bûyerên tacîz, destavêtin û destdirêjiyê yên esker û polîsan yên li dijî jinan zêde dibin. Karakoyûn, bi gotina “desthilata AKP’ê desthilata Mûsa Orhanan e” bi lêv kir ku destûr nadin polîtîkayên destavêtinê û anî ziman ku wê şopdarên bûyerên tacîz û destavêtinê bin.     PEYAMA PIŞTEVANIYÊ    Karakoyun, diyar kir ku weke jinên HDP'yî ji bo pêşî li her şêwe êrîşên li hemberî jinê yên di sala 2022’yan bigirin û keda jinê biparêzin dixebitin û wiha got: “Bila tu jin li hemberî êrişan xwe tenê hîs nekin. Weke jinên HDP’yî em ê derî li her cure hevgirtinê vekin.”