Li Şirnexê 2 kes hatin girtin 2022-01-11 18:22:33   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 5 kesên sewqî dadgehê hatin kirin 3 kes hatin berdan, 2 kes jî hatin girtin.    Li navçeyên Cizîr, Silopiya, Hezex û Bêşebabê yên Şirnexê û li Sêrtê ji kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatibûn binçavkirin 5 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin Dayika Aştiyê Nebahat Îşçî, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Evîndar Aydin û rûmet Çekîn bi şertê kontrola edlî hatin berdan û endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn can û Mela Saît Ozdemîr jî hatin girtin.    Can û Ozdemîr şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.   16 kes jî hê li midûriyeta polîsan di binçavan de ne.