Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand 2022-01-11 18:46:50   AMED - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayip Temel, diyar kir ku kurd dê bi têkoşîna xwe komara demokratîk ava bikin û got: "Berxwedana kurdan, AKP'ê rûxand."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li navçeya Hênê û Pîranê civînên gel li dar xistin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayip Temel, Hevserokên HDP'a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat CEylan tevli civînên li avahiyên navçeyan bûn. Di civînê de guh li rexne û pêşniyarên gel hat8in kirin û xebatên hatine kirin hatin nirxandin.    ‘EM Ê RÊ NEDIN XEYALÊN WAN ÊN TEKPARÊZ ÊN 2023'YAN'   Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayip Temel ku di civîna li navçeya Hênê de axivî, diyar kir ku armancên 2023'yan ên AKP'ê li ser asasên "tek netewe, tek dewlet, tek alayê" ne û got: "Cudahî hemû tune tên hesibandin. Dixwazin gel asîmle bikin, qir bikin. Dixwazin vê yekê jî bi êrişên li ser kurdan pêk bînin. Kurdan tu carî serî li ber feraseta tekparêz a AKP'ê netewandiye û tim li ber xwe daye. Dê rê nede xeyalên 2023'yan ên AKP'ê jî."    KOMARA DEMOKRATÎK   Temel, destnîşan kir ku dê kurd bi têkoşîna xwe komara demokratîk ava bikin û got: "Kurdan bi têkoşîna xwe ya azadiyê dawî li îqtidara zordest anî. Kurdan bedêlên mezin dan, lê bi berxwedana kurdan, AKP'ê rûxand."    Her wiha guh li rexne û pêşniyarên gel ên têkildarî polîtîkayên partiyê û xebatên wê jî hatin kirin.   Piştî civînê banga ji bo mîtînga HDP'ê hat kirin ku dê di 22'yê Çileyê de li Amedê li dar bixe.