#AmedYaMeYe bû TT 2022-01-11 22:06:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hastaga #AmedYaMeYe ya li dijî daristana ku tê xwestin li Kirklar Daxî ya Amedê li ser navê Devlet Bahçelî bê çêkirin hat detspêkirin, bû TT.    Bertekên li dijî daristana ku tê xwestin li Kirklar Daxî ya Amedê li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bê çêkirin, zêde dibin. Ev bertek di rojeva twitterê de jî cihê xwe girtin. Hastaga #AmedYaMeYe bû Trend Topic (TT). Di twîtên hatin parvekirin de hat detsnîşankirin ku dê Amed xwedî li mîrateya xwe ya çandî derkeve.