Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike 2022-01-12 09:09:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ku di êrişên xwe yên li ser deverên girêdayî Başûrê Kurdistanê de tengav bûye û tê gotin ji ber vê yekê hêzên paramîlîter ên ji Sûriyê sewqî van deveran dike.  Hêzen Çekdar ên Tirkiyê (TSK) ji 23'ê Nîsana 2021'an ve dest bi êrişên li ser heremên Metîna, Avaşîn û Zapê yên bi ser Herêma Başûrê Kurdistanê ve kiriye û ji wê demê heta niha tu pêşveçûnek nikare pêk bîne û tengav bûye. Vê carê çeteyên ku wek deriyê hêviyê ji xwe re dibîne sewqê van herêman tên kirin.      Tirkiye wan hêzên paramîlîter ku di qampên taybet de perwerde dike, li Bakûr û Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'ê û li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî HSD-YPG/YPJ'ê dide şerkirin. Her wiha tê gotin van hêzên paramîlîter dişînin heremên Zap, Avaşîn û Metînayê.   Li gor agahiyên li ber destê me, Tirkiye nêzî 1000 endamên Koma Feyleq El Şam li gundê Meydan Ekbez a li ser navçeya Raco ya Efrînê kom kiriye, tê gotin ku ji bo piştgirî bide artêşa Tirk, li heremên Hirorê, Werxelê, Tabûra Ereban û Şehîd Munzur ên bi ser heremên Zap, Avaşîn û Metînayê ve sewq kiriye.     Piştî navê 1000 endamên çeteyan li navenda Hîwar a ser Kilîsê ya Tirkiyeyê qeyd kirine û ji van 850 endaman di 30'ê kanûnê 2021'an de teqwiye şandine heremên Werxelê, Tabûra Ereban û Şehîd Munzur.     ÇETEYÊN JI TURKÎSTANÎ JÎ BIRIN QADA ŞER    Li gor agahiyan ji Çiyayê Zawiya nêzî 150 endamên bi xwe eslê Turkistanî ne kom bi kom şandine qada Hirorê ya ser Metîna, Avaşîn û Heftanînê û li wir bi cih kirine. Li van herêman ji bo çeteyên Turkistanî û artêşa Tirk bi hevkarî bikar bînin 35 noqteyên leşkerî hatine amedekirin.      PARASTIN Û ROJ DIBIN ALÎKAR    PDK ku ji roja operasyonê dest pê kiriye ve heya niha hevkariya Tirkiyê dike. Artêşa Tirk a ku li van deveran tengav bûye, hêzên taybet ên girêdayên PDK'ê digihijin hewara wan. Li gor agahiyan Tirkiye endamên komên çeteyên "Artêşa Azad a Sûriyê" ku girêdayî wê ne di 4'ê kanûna 2021'an de şandine deverên operasyonê û tê gotin ev kes ji aliye îstîxbarata PDK'ê Parastin û pêşmergeyên Roj ve derbasî van deveran hatine kirin.     BERÊ JÎ HATIBÛN ŞANDIN    Fermandariya Biryargeha HPG'ê berê daxuyanî dabû ku Tirkiye, endamên komên çete yên girêdayên xwe şandine heremên Zap, Avaşîn û Metîna. Ji destpêka operasyonê ve heya niha gelek komên çete yên ji Sûriyê şandine Başûrê Kurdistanê û bi riya hêzên taybet ên PDK'ê hêzên Gulan, Zêrewanî û pêşmergeyên Roj ew li heremê li dijî gerîlayan bi cih kiribûn.     MA / Erdogan Altan