Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin 2022-01-12 11:12:31 AMED - Hunermend û ekolojîstan bertek nîşanî navê “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” ku tê xwestin li Çiyayê Kirklarê bikin dan û gotin: “Ev talana ekolojiyê ye. Dixwazin me bêbîr bihêlin. Em esl û feslê kesek ku di bîrdoziya wî de qetlîam heye qebûl nakin.”  Di bîr û bawerî û çanda Amedê de Çiyayê Kirklarê xwedî girîngiyek mezin e. Heta îro gelek stran û destan li serê hatine nivîsandin. Ev Çiyayê Kirklarê li miqabilî Sûrên Amedê ye û li qeraxê Çemê Dîcleyê ye. Niha jî tê xwestin ku li ser navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî daristana bîranînê were çêkirin û navê wê bikin “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî.” Lê her roja ku diçe bertek û hêrsa li dijî navê Bahçelî zêde dibe. Hunermend, ekolojîst û nûnerên rêxistinên sivîl di 11’ê çile de li ber Pira Deh Derî daxuyanî dan û ragihandin ku ew ê destûr nedin daristanek bi vî navî.    BEDRAN: EM QEBÛL NAKIN    Yek ji hunermendên beşdarî daxuyaniyê bû Azad Bedran diyar kir ku ew ne bi nasnameya xwe ya hunermendiyê ew wek welatiyek kurd navê Devlet Bahçelî qebûl nake û got: “Ez wek ciwanek kur dli dijî vî navî me ku li daristanê were kirin. Em bi malbatî li dijî vî navî ne. Ez pir eşkere û zelal bêjim, em navê wî naxwazin. Di bîrdoziya wî de mirin, qetlîam, darvekirin û zilm heye, em esl û fesle wî naxwazin. Em vê şermezar dikin.”    ‘NAVÊ WÎ QETLÎAMAN TÎNE BÎRA ME’    Bedran destnîşan kir ku Bahçelî gelê kurd temsîl nake û wiha dewam kir: “Dema navê wî dibînim û dibihîzim tenê qetlîma, darbe, darvekirin û zilm tê bîra min. Tu hurmeta wî ji gelê me re tune ye. Lewma em naxwazin navê wî li cihek bajarê me were kirin. Ev berdewama qirkirina çandî ye. Em behsa kesek ku hemû nirxên me tune dihesibîne dikin. A rast Devlet Bahçelî ne şexsek e hilberîna zîhniyetekê ye. Em wek hunermendên kurd li dijî vê yekê ne.”    ‘TALANA EKOLOJÎK Û BÊBÎR HIŞTIN E’    Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli jî destnîşan kir ku ew li dijî navê Devlet Bahçelî ne ku li daristan û çiya bikin û wiha got: “Çima em li dijî navê wî ne; çimkî ew û zîhniyeta xwe wê biçin li Cûdî, li Licê, li Dêrsimê dar û berên me bişewîtinin û bibirin û wê paşê jî werin li Amedê ser navê wî daristana bîranînê çêkin. Ev li Kurdistanê nayê qebûlkirin. Bila bi bîra me were, digot li Kurdistanê bila kevir li ser kevirê nemîne. Niha tişta ku tê xwestin li ser navê Bahçelî were çêkirin, polîtîkayek qirkirina çandî û ekolojîk e û dixwazin gelê kurd bêhiş û bêbîr bihêlin. Bila kes li qisûrê nenêre xwediyê vî welatî hene. Em ê qet û qet navê kujerên kurdan qebûl nekin. Heke ev daristan tê çêkirin jî bila navê dengbêjên bajêr, nivîskarên bajêr û hunermendên bajêr lê were kirin. Bila navê siyasetmedarên bajêr lê were kirin.”