Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir 2022-01-12 11:13:51   AMED - Danişîna 4’emîn a doza têkildarî cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku 3 jê polîs 4 kes tên darizandin, dest pê kir.    Danişîna 4’emîn a doza cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li ber Mînareya Çar Ling ji bo zirar negihêje avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûra Amedê daxuyanî dida hat qetilkirin, dest pê kir. Di doza ku li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin de ji polîs F.T. , S.T. û M.S. yê negirtî tên darizandin re ji sûcê “bi zanebûn bûne sedemê mirinê” ji 3 salan heta 9 salan cezayê hefsê tê xwestin. Derbarê Ûgûr Yakişir ê fîrar ku hem ji kuştina Elçî hemjî ji kuştina du polîsan berpirsyar tê dîtin de jî 3 caran cezayê muebbeta girankirî û heta 45 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.    BARO DI DANIŞÎNÊ DE NE   Polîsan beriya danişînê pêş û derdora edliyeyê dorpêç kirin. Di hundirê edliyeyê de jî gelek polîs hatin bicihkirin. Tevî vê yekê jî gelek kes ji bo ku danişînê bişopînin hatin edliyeyê.    Di danişînê de hevsera Elçî, Turkan Elçî, birayên wî Omer û Mehmet Elçî, Serokê Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, gelek serokên baroyan û parêzer amade bûn. Dîsa Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Nûrettîn Maçîn û parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî tevlî danişînê bûn.