SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir 2022-01-12 15:22:27 RIHA - Şaxa SES'ê ya Amedê, serdana malbata Şenyaşar kir û piştgirî da Nobeta Edaletê.    Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişê malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku di vê êrişê de hevjîn û 2 kurên wê hatin kuştin, di 9'ê adara 2021'an de bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber edliyeya Rihayê dest bi Nobota Edaletê kir. Ji ber ku nexweş bû Emîne Şenyaşar îro tevlî nobetê nebû û Ferît Şenyaşar tenê nobet domand. Piştgiriyên ji bo nobetê jî berdewam dikin. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê serdana nobetê kirin.    'ZÛ DERENG WÊ EDALET BÊ'   Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, diyar kir ku sekna malbata Şenyaşar hêjayî nirxdayînê ye û wiha got: "Wê mirovên mîna me û we edaletê bînin. Sekna rast, berxwedan û hêvî wê edaletê bîne. Bi sekna we wê ev bûyer derbasî dîrokê bibe."   Ferît Şenyaşar jî spasiya kesên hatine serdana wan kir û got ku heta edalet pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.