Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket 2022-01-12 17:14:57 AMED - Hard dîskê ku yek ji delîlên herî girîng ê di dosyaya cînayeta Tahîr Elçî de têde dîmenên qamerayên ewlehiyê hatibûn qeydkirin û ji ber ku xera bûbû ji bo lêkolînkirinê ji TUBÎTAK'ê re hatibû şandin vala derket.    Çaremîn danişîna doza derbarê cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin hatibû vekirin de li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Malbata Elçî û parêzerên malbate li danişînê amade bûn. Polis F.T., S.T. ile M.S. ku berdayî tên darizandin jî li bajarên ku lê bûn bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    Di danişê de derket holê ku hard dîskê ku yek ji delîlên herî girîng ê di dosyaya cînayeta Tahîr Elçî de têde dîmenên qamerayên ewlehiyê hatibûn qeydkirin û ji ber ku xera bûbû ji bo lêkolînkirinê ji TUBÎTAK'ê re hatibû şandin vala ye.    Dadgehê, danişînê taloqî 15'ê hezîranê kir.