Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin 2022-01-12 17:47:22   WAN- Li Wanê, walîtiyê careke din bi hinceta "ewlehiyê" çalakî, meş û xwepêşandan qedexe kirin. Walîtiyê li bajêr lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan qedexe kir.    Li Wanê ji 21'ê Tîrmeha 2016'an heya niha, hezar û 877 roj in lidarxistina çalakiyan û xwepêşandanan qedexe ye. Çendî Rewşa Awarte (OHAL) di 19'ê Tîrmeha 2018'an de hatibe rakirin jî, lê belê hê jî li bajarên herêmê didome.    Walîtiya Wanê careke din li bajêr lidarxistina çalakî, meş û xwepêşandanan qedexe kir. Walîtiyê daxuyand ku li bajêr ji 14'ê Çileyê heya 28'ê Çileyê lidarxistina çalakiyan hatiye qedexekirin.    Walîtiyê lidarxistina çalakiyan bi hinceta "ewlehiyê" qedexe kiriye.