ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-13 09:00:34 * Agît Akil ê ku di sala 2015'an de di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibû qetilkirin piştî 6 salan şûn de qereqolê gazî dayika wî kir û pantolek, swêterek, kembereke a şewitî û perçekirî û li gel 52 TL û 750'î lîre dan dayika wî. Dayika Akil bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Dîsa birîna min vekirin. Perçeyên zarokên me jî bi vî awayî kirin poşetan û avêtin." * Malbatên ku 101 rojin ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka di çalakiyê de ne gotin: "Ji bo me tu ferqa AKP'ê û PDK'ê nîne. Heta 10 salên din jî cenazeyan nedin em ê li vir bin."    * Endamê Koordînasyona Navendî ya BMG'ê Mahîr Gurz, diyar kir ku dê BMG li hemû qadan bendan deyne ber krîz û êrişên îqtidarê û got: "Armanca me, em polîtîkayeke navenda wê kuçe û têkoşîn be pêk bînin."    * Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmîrê ku piştgirî dan Nobeda Edaletê ya li Amed û Wanê, xwestin demildest girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan.    * Li Êlihê ji dêvla kesê ku dest dirêjî zarokekê kir, derbarê bavê zarokê yê pêşî li ber destdirêjiyê girt lêpirsîn hat destpêkirin.    * Berpirsê Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê Ferhad Şamî, destnîşan kir ku di 7'emîn salvegera azadkirina Kobanê de êriş zêde bûne û got: "3 armancên me yên bingehîn hene; bidawîkirina dagirkeriyê, tunekirina DAIŞ'ê û zêdekirina aramiya herêmê."    * Nobeta Malbata Şenyaşar dê di roja 311'an de berdewam dike.    * Danişîna 10 kesên ku di bîranîna komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn dê li 10'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Karşiyakayê bê dîtin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê têkildarî mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00) (CANLI)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan a li Baroya Amedê dane destpêkirin dê di roja 59'an de berdewam dike. (13.00-16.00)   * Şaxên Egîtîm Senê yên Enqerê dê derbarê wargehên terîqetan de li Şaxa Hejmara 5'an daxuyanî bide. (17.00)   * Platforma Jinan a Mersînê wê li Qada Pozcûyê derbarê kuştinan jinan de daxuyanî bide çapameniyê. (18.00)   * Li Stenbol, Êlih û Mersînê bi bernameyan wê şahiyên "Serê Salê" bên pîrozkirin. (19.00)